Kedkar diherikin Bakirkoyê

12:41

JINHA

STENBOL - Endamên Rêxistina Şoreşger ên xwestin li Okmeydaniyê bimeşin Taksîmê, di navbera wan û polîsan de pevçûn derket.

Endamên Rêxistina Şoreşger ên li Kolana Mîthat Paşa ya Okmeydaniyê li hev civiyan, bi pankarta "Bijî 1'ê Gulanê" xwestin bimeşin Taksîmê, di dema meşê de polîsan êrîşê girseyê kir. Girseya ku bi fîşegên hewayî bersiv dan polîsan, pevçûn li nava kuçeyan belav bû. Girseya li kuçeyên taxê belav bû, polîsan jî êrîş kir. Li ser êrîşa polîsan, di navbera polîs û girseyê de pevçûn rû da.

Endamên Kaldiraç, Alinterî, DAF û Înşaat -Îşê yên li Zîncîrlîkuyuyê li hev civiyan, ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kirin. Girseya ku xwe gihand Mecîdiyekoy, polîsan bi ava şid êrîşê girseyê kir.

(zt)