Polisan êrîşî kortaja koma HDP'ê kirin

12:56

JINHA

STENBOL - Li meydana Bakirkoy a Stenbolê, bi hezaran kes ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê li hev civiyan. Korteja HDP'ê ku Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî di nav de bû, bû hedefa êrîşa polîsan.

Li meydana Bakirkoy a Stenbolê, bi hezaran kes ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê li hev civiyan. Korteja HDP'ê ku Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî di nav de bû, bû hedefa êrîşa polîsan. Ji ber êrîşî wezîfedarekî HDP'ê bi giranî birîndar bû. Bombeyên gazê yên ji aliyê polîsên Tirk ve hatin bikaranîn, bandor li gelek kesan kirin. Rewşa aloz a li meydanê dewam dike. Ji korteja HDP'ê bênavber dirûşmên "Ji yên li Kurdistanê li ber xwe didin re hezar silav", "Bijî berxwedana Nisêbîn, Amed, Cizîr û Sûrê" tên qîrîn.

(zt)