CRA: Em banga hiquqa çapemeniyê xistina meriyetê kir

14:39

JINHA

AMED - Cemiyeta Rojnamegerên Azad zextên li ser rojnamegeran bi daxuyaniyekê şermezar kir. Cemîyetê bang li her kesî kir ku li gorî hiqûqa çapemeniyê tev bigere.

Cemîyeta Rojnamegêr Azad (CRA) ji ber di hefteya dawî de zextên li ser rojnamegeran zêde bû daxuyanî da û êrîşên li ser rojnamegeran şermezar kir. Cemîyetê bang li hemû kesî kir û xwest li gori hiqûqa çamemeniyê tev bigerin. Cemiyetê da zanîn ku bi demên dawî de rojnamegerên rastiyê dişopînin û dinivîsin tên girtin, binçavkirin û tên dersinorkirin û ev êrîş şermezar kir. Cemîyetê destnîşan kir ku di hefteyekê de gelek rojnameger hatin binçavkirin, girtin, rastî êrîşan hatin, polîsan bi ser malên wan de girt û rastî cezayên pereyan hat. Cemîyetê bîlancoya hefteyekî bi van mînakan da:

* Li Şirnexê di roja êrîşên komkujiyê ya 45'an de tîmên taybet bi ser mala Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) Aysel Işik de girt û nivîsa “Her tişt ne wekî hûn dizanin JINHA, ev der Tirkiye ye" nivisandin. Tîmên tevgera taybet di serdegirtina mala Işik de pirtûk û kovar û cilê wê tev şewitandin.

* Di saetên serê sibehê de polîsan bi ser mala Midûrê Nûçeyan yê ÎMC TV'yê Hamza Aktan de girtin, di serdagirtina li taxa Bahçelîevlerê ya Stenbolê de, Aktan hat binçavkirin. Aktan ê ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî hatibû binçavkirin, sewqî dadgeha nobedar hat kiri nû bi şertê "kontrola edlî" sebest hat berdan.

* Nûçegîhanê DÎHA'yê yê Êlihê Bîlal Guldem, hat girtin. Bi girtina Bîlal Guldem re hêmara nûçegihanên DÎHA'yê yên girtî derket 9'an.

* Rojnamegerên Cumhuriyetê Ceyda Karan û Hikmet Çetinkaya rastî 2 sal ceza hatin.

* Rojnamegerê Wêneyan ê Ajansa Nuçeyan a Alman Uygar Onder Şimşek li Sîlopyayê û Nûçegîhanê Rojnameya Le Corrierê Jeremie Berlioux li hezexê hatin binçavkirin û pitre dersînor kirin.

* Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar ji ber nivîsên xwe bi îdîaya 'heqaret kiriye" rastî 28 hezar û 650 TL ceza hatin.

* Li Mêrsînê ciwanên bi navê Yekbûn Kartal û Mert Uçler dema rojnameya Atilimê belav dikirin hat binçavkirin.

* Polîsên berî du rojan bi ser Standa Weşanxaneya Aramê de girt û 180 pirtûk destaser kir, îro dîsa bi ser standê de girt û 17 pirtûkên din jî destaser kir.

(zt)