Dewlet li Şirnexê xaniyan xiradike

14:59

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê ku êrîşên hêzên dewletê bê navber didomin, li dijî van êrîşan berxwedana ciwanên YPS û YPS-JIN'ê jî di roja 48'an de didome. Ji ber ku hêzên dewletê nikarin têkevin nava taxan, bi tangan êrîşî xanî û mizgeftan dikin.

Komkujiya hêzên dewletê ya li ser gelê Şirnexê di roja 48'an de berdewam dike. Li hemberî van êrîşan berxwedana gel û ciwanên YPS û YPS-JIN'ê jî didome. Hêzên dewletê ku nikarin li hemberî berxwedana ciwanên YPS-YPS-JIN têkevin taxan bi tang û topan êrîş dikin. Herî zêde li dijî taxên Bahçelievler û Yenî bi tang û topan êrîşî xanî û mizgeftan dikin. Hêzên dewletê ku tang, top li dora taxan bi cih kirine; top û obusan davêjin taxan. Hêzên dewletê ji bo têkevin taxan xanî bi xanî xera dikin. Ji ber êrîşên hêzên dewletê xanî dişewitin û dûxana wan bilind dibe. Dîsa li taxên Îsmetpaşa, Aydinlikevler û Gazipaşa êrîşên bombeyan didome.

Hêzên dewletê li taxên Yenî û Bahçelievler bi taybetî mizgeftan dikin hedef. Di encama êrîşan de Mizgefta Geylanî û Mizgefta Kulliye rastî êrîşê bombeyan hat. êrîş û şerê li Şirnexê didome. Ji ber şer dijwar dibe gelek ambulans çûn taxan.

Li aliyê din helikopter li herêma çoltarê difirin. Gelek helîkopter çûn Fermandariya Tumena Sînor a 23'emîn û Tugaya Cendirmeyan a Çakirsogutê.

(kom/zt)