Li Kobanê çalakiyên 1'ê Gulanê
15:19
JINHA
KOBANÊ - Li Kantona Kobanê ji bo 1'ê Gulanê daxuyanî hat dayîn.
Tevgera Civaka Demokratîk li Kantona Kobanê bi vesîleya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê daxuyaniyek da. Li Qada Jina Azad bi tevlîbûna hemû saziyên sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Yekîtiya Mamosteyan daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveber a Akadimiya Şehîd Viyan Amara Aras Hiso ve hat xwandin.
Aras wiha axivî, "Em bi saya ramanên Rêber Apo bun xwedî vîn. Ji ber wê em 1'ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê di serî de li Rêber Apo pîroz dikin. Ramanên wî enerjî û moralê karkeran xiste rêya rast. Şoreşa rastiye îro bûye şoreşa tevahî gelên blindest. Ji bo ku karker bighêjin mafên xwe di sala 1886`an de di navbera 350-400 karker meşiyan û daxwaza xwe bi raya giştî ve parve kirin. Karker welatan li ser lingan dihêlin. Em şoreşa Bakûrê Kurdistanê a ku li ser bingehê şoreşa ketkaran rabû silav dikin û hêviya serkeftina wê misoger dikin. Şoreşa ku bi hêz û morala karkeran tê avakirin tu caran bin nakeve."
(ze/zt)