Li Hesekê semînera ciwanan

15:20

JINHA

HESEKÊ - Li bajarê Hesekê semînera ciwanan hat lidarxistin. Di semînerê de ciwanan giringiya rêxistinkirinê nîqaş kirin.

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YRC) li bajarê Hesekê semînerek li darxistin. Semîner li Navenda Yekîtiya Rojava li taxa Miftî a bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê ya Rojava hat li darxistn. Di Semînerê de wek mijarên sereke şerê taybert ê kû sîstema kapîtalîst li ser ciwanan dimeşine, girîngiya rola ciwanan di avakirina civaka azad de hatin nîqaşkirin. Semîner bi deqeyek rêzgirtinê despekir. Di destpêkê de ciwanan 1'ê Gulanê li hemu ketkarên cîhane pîroz kirin.

Di serî de ciwanê bi navê Egîd Zagros axivî û got, "Ciwan bingeh û pêşeroja civakê ne, ji ber ku ciwan hêza rexistinkirina civakê ye. Ciwanan bi felsefe û ramanên Rêber Apo xwe û hêza xwe nas kir. Ji ber ku me wek ciwanên Rojava fikra Rêber Apo nas kiriye û em bi wan ramanan radibin emê serkeftinên mezin jî ji bo civaka xwe bi dest bixin."

Ciwanê bi navê Ehmed jî got, "Em wek ciwanên rojava bi her awayî ji bu parastina gelê xwe û bajarê xwe amadene. Em rê nadin tu dijminî ku zext û zilmê li ser gelê me bimeşîne."

Robîn Omer jî balkişand ser giringiya rêxistinbûna ciwanan û wiha domand, "Ciwan di rêxistin û azadkirina civakê de xwedî roleke girîngin. Em berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê silav dikin. Ev berxwedana wan tê wateya ne pejirandina sîstema desthilatdar û ne qebulkirina pergala dewleta Tirkiyê ye ne pejirandina sîstema kapîtalst bi gihiştî ye."

(ee/zt)