Nûçegihana Ozgur Gundemê Burcu birîdar bû

16:48

JINHA

STENBOL - Nûçegîhana Rojnameya Ozgur Gundemê Burcu Ozkaya ya li qada Okmeydani çalakiyên 1'ê Gulanê dişopand, bi bombeya gazê ya polisan ji piyê xwe de birindar bû.

Pişti qada Taksimê ji pîrozbahiyên 1'ê Gulanê re hat girtin, komek ciwanên endamê Tevgera Şoreşger xwestin li Kolana Okmeydanî û Mithatpaşa çalakî pêk bînin. Ciwanên ku xwestin 1'ê Gulanê piroz bikin rastî êrîşa polîsan hatin. Buyerê di navbera ciwan û polîsan de didome. Rojnamegerên çalakî dişopandin jî bûn hedefa polîsan a bi bombeyên gazê. Nûçegîhana Rojnamya Ozgur Gundemê Burcu Ozkaya jî dema nûçe dişopand bi fîşeka gazê ji piyê xwe de birîndar bû.

Bûyer û pevçûnên di navbera polîs û ciwanan de didome.

(zt)