Li Girkê Legê şahiya 1'ê Gulanê
17:27
JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Li bajarê Girkê Legê şahiya 1'ê Gulanê. Di şahiyê de Endama Rêxistina Kedê Bêrîvan diyar kir ku ji bo karker bigihin mafê xwe rêya tekane rêxistinbûne.
Ji aliyê Saziyên Kedê yên Rojava ve li bajarê Girkê Legê yê Kantona Cizîrê ya Rojava şahiya 1'ê Gulanê hat lidarxistin. Şahî li bajaroka Til Koçerê ya Girkê Legê bi tevlîbûna endam û rêveberên saziyên kedê û gelek welatiyan hat lidarxistin. Li ser navê karkerên jinên bajêr Endama Saziya Karkeran Bêrîvan Mihemed axivî.
Bêrîvanê balkişand ser giringiya yekîtiya karkeran û got: "Li her devera cîhanê êrîş li ser karkeran û gelan heye. Ji ber ku karker û gel hemanin, ji hev nayên qetandin ji bo wê jî têkoşîna karkeran di heman demê de têkoşîna gelane. Pergal jî dema rêxistinbûna karkeran dibîne, êrîş dike. Ji ber rêxistinbûna karkeran tê wateya rêxistinbûna civakê. Ji bo wê jî divê em karker û tevahiya gel li hemberî hemû êrîşan rêxistinbûna xwe mezin bikin. Tenê rêya gihiştina mafê xwe mezinkirina rêxistinêye."
Şahî bi stranên ser rêxistinbûn û kedê gotinê û li ber dîlan gerandinê dawî bû.
(rd/zt)