Jinên Hesekê: Emê jin rêxistina kedê mezin bikin
17:45
Ebîr Ehmed/JINHA
HESEKÊ - Jinên karkerên bajarê Hesekê diyar kirin ku karkerên jin xwediyê kedek mezin a bi hezarî salane ji aliyê deshilatiyê ve hatî veşartin û nayê dîtine û gotin: "Ji bo ku keda me bê dîtin divê em xwe di hemû qadên ked û jiyanê de birêxistin bikin."
Li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê ya Rojava di çarçoveya çalakiyên 1'ê Gulanê de şahî hat li darxistin. Di şahiyê de li gel endam û rêveberên saziyên kedê û civakî gelek welatî amadebûn. Bi tayîbetî jî di şahiyê de rengê jinan li pêşbû. Karkerên jin bi rengê xwe yê kurdewarî beşdarî şahiyê bûn. Kedkarên jinên Bajarê Hesekê di derbarê 1'ê Gulanê de û giringiya keda jinên karker de axivîn.
Hevseroka Saziya Kedê ya Bajarê Hesekê Heyfa Elî diyar kir ku keda jinan xwediyê dîrokek kevnareye, ji bo wê jî divê jin li keda xwe xwedî derkevin û nûjen bikin û wiha domand; "Her çendî hişmendiya deshilatiya mêran ji bo windakirina keda jinê çî ji dest hatiye kiriye. Li hemberî van hemû êrîşên li ser me jinan û keda me divê em xwe rêxistin bikin û li keda xwe xwedî derkevin. Weke jinên karker emê li keda xwe û hemû karkeran xwedî derkevin. Emê hewilbidin rêxistina xwe ya karkeran mezinbikin û tayîbetî jî karkerên jin beşdar bikin."
Ji jinên karker Ezîze Îbrahîm jî da zanîn ku ji bo rêxistinbûna kedê û mezinbûma aboriyê berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê wan karkerên jin û wiha berdewam kir: "Em karkerên jin di ferqêdenin ku bi rêxistinbûnê, ji mal derketin û xwe tevlî kar kirinê aborî mezin dibe. Emê di hemû qadên kedê de xwe rêxistinbikin û karê xwe mezin bikin. Ger em destê xwe bidin hev emê hem aboriya komûn hem jî jiyana komunê mezin bikin. Emê xwe bigihînin hemû jinan û hemûyan beşdarî nava xebatên kedê bikin."
(zt)