Polîsan êrîşî Goristana Yenîkoyê kirin

18:57

JINHA

AMED - Polis ketin Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan û gorên endamê PKK'ê şikand. Polîsên ku çîçek û reyhanên li ser gorên endamên PKK'ê şikandin, rastî bertekên malbatan hatin. Malbatan êrîşa polîsan şermezar kir.

Polîs ketin Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê û gorên endamên PKK, HPG û şervanên Rojava yên li dijî DAÎŞ'ê jiyana xwe ji dest dabûn şikandin. Polîsên ketin nava goristanê reyhan, çîçek, gul û nexşên li ser goran şikandin û derketin. Di saetên nîvro de polîs bi 4 maşîneyên zirxî hatin goristanê û malbatên li ser gorên zarokên xwe ji qadê dûrxistin. Polîsên ku nêzî 2 saetan goristan dorpêç kir, kevirên li ser goran şikandin û çîçek û gulên li ser goristanê jêkirin. Polîsan wêneyên li ser kevirê goran jî şikandin û çûn. Polîsên ku piştî demekê lêgerîn kirin, çîçek û gulên li ser goran di bin piyê xwe de eçiqandin û gef li zarokên li goristanê xwarin. Polîsan ji zarokan re got "Kevirên goristanan bişkînin em dê pere bidin we" û gef xwarin.

Kalê 83 kalî Şerîf Ozdemîr, diyar kir ku polîsan gef li wan xwariye û ew bi zorê ji ser gorên zarokên wan dûr xistine. Ji malbata endamên PKK'ê Sureyya Ozmaskan jî anî ziman ku ev pêkanîna polîsan hovîtî ye û nayê qebûlkirin.

Hevseroka MEYADER'ê ya Amedê Ayşe Dîcle jî diyar kir ku polîs bi sedemên derew bi ser goristanê de girtiye û êrîşî goristanê kirine. Ayşe, da zanîn ku piştî êrîşa polisan bi dawî bu malbat dîsa hatin ser gorên zarokên xwe û kevirên hatin xerakirin û şikandin dîsa bi cih kirin.

(zt)