Şahîdan bûyera înfaza Xaçortê vegotin

11:00

JINHA

WAN - Hatun Aslan a ku yek ji şahidên înfaza li Wanê ye nûçe û daxuyaniyên "li mal pevçûn qewimî" derewand û got "Dikaribûn bi saxî bigirin lê înfaz kirin." Hatun bi gotina "Kuştin, li naylonê pêçan û birin" kêliyên înfazê vegot û da zanîn ku polîs beriya ji malê biçin odeya ku înfazê tê de kirine xalîyan rakirine û erdê jî şûştine.

Li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê du roj berê di saetên êvarê de tîmên taybet bi ser malekê de girtibûn û kesekî înfaz kiribûn. Bûyer her çiqas ji aliyê çapemeniya şer ve weke pevçûn were ragihandin jî şahidên bûyerê diyar dikin ku înfazek vekirî hatiye kirin. Piştî înfazê jî ji malê 4 kes hatibûn binçavkirin û ev kes jî weke "endamên rêxistina ciwanan" hatibûn pênasekirin. Keser Gul (32), Adîl Gur, Abdî Aslan û zarokê bi navê Mazlum Gur (16) ên kesên sivîl û ji heman malbatê ne li Şaxa TEM'ê ya Artemêtanê têne girtin.

'Kuştin, li naylonê pêçan û birin'

Yek ji şahidên înfazê ku di dema bûyerê de li malê bû Hatun Aslan diyar kir ku weke ku di çapemeniya de tê gotin li malê tu pevçûn neqewimiye û got "Dikaribûn bi saxî bigirin lê înfaz kirin." Hatun da zanînk u dema li ser şîvê bûne polîs bi ser malê de girtine û wiha axivî: "Em li ser şîvê bûn, kurê min ji bo derî bigire di dest çifte çû ber derî. Di wê navberê de kesekî ket hundir û pişt re jî polîs dan dû wî û ew înfaz kirin. Li ber çavê me kuştin, bi naylonê pêçan û birin."

'Em xistin odeyekî û derî li me radan'

Hatun anî ziman ku di dema înfazê de 10 kes li malê bûne, polîsan ew li erdê dirêj kirine û çek dane ser serê wan. Hatun got ku tîmên taybet bi gotinên "Eger hun serê xwe rakin û binêrin em ê berdin serê we" gefa mirinê li wan xwarine. Hatun wiha berdewam kir: "Em xistin odeyekî, derî li ser me radan û çek danîn ser serê me. Ji me re gotin 'Serê xwe ranekin em ê we bikujin.' Heqaretê kirin."

'Polîs beriya biçin erdê şûştin'

Hatun her wiha da zanîn ku polîs bi levyeyê li piyê neviya wê ya bi navê Keser Gur xistine û got "Xaliyên oda ku înfazê lê kirin kom kirin û beriya biçin erdê şûştin." Hatun bilêvkir ku li malê li ber çavê zarokan kesekî hate înfaz kirin, kurê wê bi giranî hatiye derpkirin û wiha pê de çû: "Her du kurên min birîndar kirin û birin. Serê wî danîn erdê. Kurê min birîndar kirin û ji bo em wî nebînin derî venekirin. Birin ku derê em nizanin, ji me re negotin. Me hê agahî negirtiye."

Gefa 'em ê serê we jêkin' li zarokan xwarin

Yek ji şahidên înfazê Şerbet Gur jî da zanîn ku di dema înfazê de polîsan bi kurdî heqaretê li wan kirine, gefa 'em ê serê we bi kêrê jêkin' li zarokan xwarine û got "Li ber çavê zarokan malê gulebaran kirin." Şerbet Gur ku astengdarê fîzîkî ye got "Ji min re gotin 'ji cihê xwe rabe.' Min jî got ez seqet im nikarim rabim. Vê carê jî qêriyan û gotin 'Rabe, derewan neke.' Me li cihekî kom kirin û elektrîkan jî birîn."

(hk/rc)