Ji Muglayê ber bi Kurdistanê ve germahiyek 'Malbata xwehbiratiyê'
09:12
JINHA
MUGLA - Koordînaysyona Piştevaniya ji Sûrê heta Cizîrê li Muglayê bi kampanyaya ‘Malbata Xwehbiratiyê’bi kîlometreyan rê bihevrebûnek ava kir. Bi biryara jinên ku li Datçayê hatin cem hev kampanyayê dest pê kir û niha li Datça, Bodrum û Marmarîsê xwe gihand 7 malbatî. Ji Koordînasyona Piştevaniya Ji Sûrê heta Cizîrê Hurriyet Karadenîz axivî û wiha bang kir: “Mirovên li Rojava dijîn û dibêjin em nabin hevkarê vî sûcî, hêviya xwe ya jiyana ligel hev wenda nekirine û dibêjin em hilweşînên wan tamîr dikin, tiştên ku bikin hene.”
Koordînaysyona Piştevaniya ji Sûrê heta Cizîrê li Muglayê bi kampanyaya ‘Malbata Xwehbiratiyê’bi kîlometreyan rê bihevrebûnek ava kir. Komeke jinên ku di nav de yên çibûn Cizîrê jî hebûn, li Datçayê hatin cem hev û biryara beşdarbûna kampanyayê girtin. Biryara ku jinan da destpêkirin her diçe berfireh dibe û li derdora Muglayê bûn sedemê 7 malbatên xwehbira. Ev piştevaniya ku tenê bi malbatên xwehbira sînor nema, têkildarî her hewcedariyê de xebatan dimeşîne.
Hurriyet Karadenîz ya ku qedexeya dawî rabû, ji Datçayê çû Cizîrê û 4 rojan li Cizîrê ma, piştevaniya bi malbatên li derdora Muglayê re jiJINHA’yê re vegot. Hurriyet ji bo hatina cem hev ya yekem wiha got: “Wan hilweşand, me dikarî çi bikira? Em jin emê jiyanê bihev re ava bikin, em neçarin ava bikin. Me got ev jî bi piştevaniyê wê bibe. Me li Datçayê organîze kir. Em jin hatin cem hev."
Wê salekî berdewam bike
Hurriyet di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Yên ku nekarin bibin malbatên xwehbira piştgiriya pêlîstok, pirtûk û alavan didin. Em her yek nekarin li malbatekê binêrin. Hêza me tine. Hêza me ya aborî tine. Lê dema em mirovên ku 500 lîrayî bîne cem hev bibînin emê malbatên xwehbira çêbikin. Yên 20 lîra didin jî hene, yên 100 didin jî hene. Emê salekî vê bimeşînin. Em vê bişînin. Rewşa esnafên wir jî xerabe. Em danû standinê jî ji wan bikin. Dema em ji vir bigirin wê esnafên rojava qezenc bikin. Lê berovajî vê wê esnafên wir qezenc bikin.
Du malbat wê salekî bi hevre bin
Gelo kampanyaya malbatên xwehbira çawa tê meşandin?
Huriyet wiha got: “Numareya hesab û telefona malbatên xwehbira tê ji we re. Dixwazin baxivin, dixwazin ji hev re nameyan bişînin. Hun bi hevalên herêmê re dikevin têkiliyê û ji we re malbatek xwehbira dibînin. Me li Datçayê di mehekê de 5 malbat dîtin.
Hinek dibêjin em salekî her tim nekarin bikin. Dibêjin hêza me ji bo yek carê ye. Em li malbatê digerin, numareya hesab didinê. Pereyê wan radizînin û ew li gorî xwe qerc dikin.”
Huriyet bi lêv kir ku bi hezaran kes bê mal mane û du malbat salekê wê di nava têkiyê de bin. Ev mirov wê nav, jiyan û zarokên wan bizanin. Bi vê yekê rew wê bi awayekî xurtir li dijî zextan bên sekinandin.
Ji bo kesên dibêjin ‘Emê nebin hevkarê sûc’ band
Hurriyet bi lêv kir ku wê kampanyayê li her navçeya Muglayê bimeşînin û got: “Emê pêvajoyê bi hev re derbas bikin. Mirovên li Rojava dijîn û dibêjin em nabin hevkarê vî sûcî, hêviya xwe ya jiyana ligel hev wenda nekirine û dibêjin em hilweşînên wan tamîr dikin, tiştên ku bikin hene. Ev travma bo me hemûyan mezine. Her kes dikare beşdarî vê organîzasyonê bibe. Dema diçim Pirsûsê pakêtên ji Îzmîr, Bodromê tên me hestiyar dikin.
Li Muglayê 7 malbatên xwehbira
Li derdora Muglayê li Datça, Bodrum û Marmarîsê 7 malbatên xwehbira hene. Tevî vê jinên tên cem hev ji bo zarokên Kurdistanê pêlîstok û çenteyan çêdikin. Alîkariyên tên berhevkirin ji ser komeleya Rojava wê ji gel re bê şandin.
(hu)