Dayikên Aştiye ber bi Cizîrê ve ketin rê
14:15
JINHA
AMED - Duh bi boneya Roja Dayîkan Dayikên Aştiyê li Amedê li hev kom bûn û ber bi Cizîrê ve ketin rê.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştî ên ku ji bajarê Tirkiyê û Kurdsitanê hatine cem hev, bi wesîleyê Roja Dayikan, dê bi dayîkên Cizîrî re ên ku di êrîşê dewletê de zarokên wan wenda bûne re bên cem hev. Dayikên Aştî ên ku di seatên sibê de hatin cem hev ber bi Cizîrê ve ketin rê. Berî bi rêketinê endama Dayikên Aştî Ayla Akdemîr bi daxuyaniyek diyar kir ku ew ê malbatê kesên jiyanê xwe ji dest dane ziyaret bikin û wiha got, "Ewqas ciwanên me tên qetilkirin, ev yek nayê pejrandin. Di jêrzemînan de gelê me hat qetilkirin, em vê yekê qebûl nakin. Ji bo berjiwendiya Qesrê ewqas komkujî tê pêk anîn. Em sê roj li vir êşê dayîkan parve dikin. Em naxwezin kes vê êşê jî jiyan bike. Em di temenê xwe yê 70'î salî ne û serî li gelek cihan didin lê her dem em bê bersiv dimînin. Çareser nakin, ma qey dixwazin em jî çek hildin û şer bikin. Çima bi riyê dîyalogan çareserî pêk nayînin.
(dt/rc)