4 sal îstîsmara zayendî û şîdet pêk anî: Serbest hat berdan!
11:33
Ayşe Yilmaz-Dîlek Omaklilar/JINHA
MANÎSA - Derket holê ku mêrê bi navê Caner Guven, yê ku li navçeyê Şehzadeyê mamostehiyê beşa wêje dike, 4 sal bi aweyek daîmî li hember xwendekarek jin îstîsmara zayendî û şîdet pêk aniye. Wezareta Hindekariya Millî giliyê sûcdar kir û Caner Guven, ji dibistanê dûr xist. Dozgerî jî piştî îfadeyê C. G., serbest berda.
Li navçeya Şehzade ya Manîsayê mêrê bi navê Caner Guven (42) ku mamosteyê wêjeye, di sala 2012'an de hewilda bi xwendekarek jin re bikeve nava têkiliyan de. Caner Guven pirtûkên olî diyarî xwendekara jin kir û bi vî aweyî derfetên gotûbêjan avakir. Piştî demek jî bi hinceta dixwaze agahî têkîldarê pirtûkan de bistîne, xwest bi xwendekara jin re hevdîtin pêk bîne.
Di nava dibistanê de îstîsmara zayendî
Mamoste Caner Guven, piştî demek ji xwendekara jin re bi gotina "Gelkî kêfa min ji tera tê, tu xweşikî, divê em bi hevrebin" dest bi tacîzkirinê dike. Vêcarê gava ku xwendekara jin dixwaze xwe dûr bixe jî rastî gefên "Ez ê te û malbata te bikûjim. Kes ji te bawer nake. Ez ê bêjim tevî xwesteka xwe hat gel min, min zorê neda. Ez ê jiyanê te yê dibistanê, heval û malbatên te tine bikim" tê. Xwendekara jin ya ku ditirse bûyerê vebêje, 5 sal her dem di nav dibistan û derve de rastî îstîsmara zayendî û şîdetê tê.
Şîdet li hember wê pêk anî
Xwendekara jin di 15'e saliyê de rastî êrîşê zayendî yê Caner Guven tê. Caner Guven da zanîn ku wî di sala 2012'an de mehra dînî pêk aniye. Xwendekar piştî ku ji zanîngehê dertê û diçe bajarek din, Caner Guven cardin diçe gel xwendekara jin û îstîsmara zayendî didomîne. Caner Guven herî dawî di 27'ê Nîsana 2016'an de bi gefxwarinê gazî xwendekara jin dike ku were Manîsayê. Caner Guven xwendekara 19'e salî dertîne dervî bajêr û bi poşetên çopê dest, ling û devê wê girêdide û bi cixarê canê wê dişewitîne.
Wezaret lêpirsîn da dest pê kirin, ji dibistanê hat dûr xistin
Bûyera ku li ser riya Manîsa û Îzmirê pêk hatî piştî ji wezaretê re hat raghandin derket holê. Piştî malbat, bi navaroka mijarê hesiyan li ser BÎMER'ê re ji Wezareta Hindekariya Millî re têkîldarê Caner Guven dexwaza lêkolînê kirin. Piştî serlêdanê malbatê, dozgerî ekîba lêkolînê şandin dibistanê û di encamê de tenê mamoste ji dibistanê hat dûr xistin.
Dozgerî ew serbest berda
Piştî giliyê bi du rojan îfadeyê Caner Guven serbest hat berdan.
(rc)