Balafirên şer Nisêbîn bombebarankir
16:53
Gulan
21
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Balafirên şer navenda navçeya Nisêbînê bombebaran kirin.
Balafirên şer navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bombebaran kirin. Balafirên şer ên artêşa tirk saet di 15.45’an de taxa Firatê ya Nisêbînê bombebaran kirin. Balafirên şer saet di 16.05’an de careke din taxên navçeyê bombebaran kirin. Gera balafirên şer a li ser navenda navçeyê hê jî dewam dike. Di dîmenên ku ji aliyê rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê hatiye kîşandin de cihê ku balafirê lê xistiye diyar dibe û dû jê bilind radibe.
(rc)