Piştgirî ji Fermandara Jin re: Jin wê dawiyê çeteyan bînin
17:54
JINHA
KOBANÊ - Fermandarên QSD'ê bi daxuyaniyek çapemenî dan xuyakirin ku li Bakûrê Raqayê dest bi operasyona rizgar kirinê kirine. Ji bo pêşengên hemleyê Rojda Felat û şervanên jin, piştgirî mezin bû.
"Operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê" ya li bajaroka Eyn Îsaya bi ser Girê Spî ya Rojava ji aliyê Hêzêr Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi bombebarana balafirên koalîsyonê ya li dijî gundê Hişê ve berdewam dike. Ji duh êvarê balafirên koalîsyonê ji başûr rojavayê bajarokê bombebaran dikin, di deqîqeyên u operasyonê dest pê kir de li herêma Fatsaa ya Embarên Genim ji fermandarên QSD'ê Rojda Felat daxuyaniyeke kurt da.
Rojda diyar kir ku bi daxwaza gelê Reqa û derûdorê hemle dane destpêkirin û wiha got: "Em bi vê pêngavê bi tevlîbûna şervanên QSD’ê re ji bo rizgarkirina bakurê Reqayê li dar dixin” û bang li her kesî kir ku xwedî li vê pêngavê derkevin û li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi çalak têbikoşin. Fermandara QSD’ê Rojda got ev pêngava rizgarkirina bakurê Reqayê li dijî êrîşên ku li Cizîr, Girê Spî, Kobanê û li tevahiya Sûriyeyê yekîtiya gelan dike hedef re bersivek hêzên demokratîk şoreşger e. Rojda ragihand ku operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê ku bi tevlîbûna tevahî tabûrên di bin sêwana QSD’ê û balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî pêk tê, wê bi serkeftinê bi encam bibe.
Ji jinan piştgiryek mezin
Operasyona ku bi pêşengiya jinan li hember polîtîkayê qatilamê yê çeteyên DAIŞ'ê hatî dest pêkirin, rastî eleqeyek mezin ji jinan hat. Ji Tirkiyê û gelek bajarên Kurdistanê jinan ser hesabên xwe ên civakî bi peyam piştgirî dan Rojda Felat û şervanên jin.
Hin ji wan peyaman wiha ye:
"Çavê mirov tejî dibe. Hemle bi pêşengiya jinek dest pêdike. Rojda Felat..."
"We hîna dibsitanên îmam hatîp negirtiye, bi fermandariya Rojda Felat ew ê dawî li DAIŞ'ê bê"
"Ji şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêk tê re hezar silav"
"Çeteyên ku jinan wek kole li bazaran difroşin, tecavûz dikin wê dawiyê wan bi destê jinan bê. Rojda Felat fermandariya operasyonê dike"
"Mirovê ku Rojda Felat dibîne şehnaz dibe. Jin jiyan azadî"
(rc)