Li gel birîndar û zaroka 42 kes ji nava Nisêbînê derxistin

14:57

JINHA

MÊRDÎN - Sivîlên ku li taxên Nisêbînê diman ji aliyê Qeymeqamtiya Nisêbînê ve hatin tehliyekirin.

Sivîlên ku li taxên berxwedanê yên Nisêbîn a Mêrdînê diman, piştî bangawazî û hewldanên saziyên sivîl û siyasetmedaran ji taxan hatin tehliyekirin. Hate zanîn ku 42 sivîlên ku di nava wan de zarok û birîndar jî hene hatine tehliyekirin. Li ser gotinên tehliyekirina sivîlan yên Qeymeqamtiya Nisêbînê, heyeta ku ji sivîlan pêk dihat û ji bo tehliyekirina sivîlan dê biçana Nisêbînê jî bernameya xwe betal kir.

(kom/zt)