Rêveberê DBP'ê Hurşît wenda ye

16:17

JINHA

ŞIRNEX - Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê hate binçavkirin û tîmên taybet wêneyê wî berê di çapemeniya civakî de parve kirin, piştre wêne jê birin. Dozgeriyê got ku agahiya ku Hurşît hatiye binçavkirin tuneye, emniyet binçavkirinê qebûl nake. Malbat fikara înfazê dijî û banga lezgîn kir.

Têkîldarî binçavkirina Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter duh êvarê tîmên taybet di hesabê xwe yê "BOF @Tweet_Guneydogu" de wêne parve kirin. Tîmên taybet piştre jî ev parvekirin paşve kişandin û hesab girtin. Ligel hewldanên parêzer û parlamenterên HDP'ê jî Midûriyeta Polîsan a Şirnexê binçavkirina Hurşît qebûl nakin. Parêzerên ku serî li Serdozgeriya Komarê dan jî encamek negirtin. Dozgerî dibêje ku der barê binçavkirinê de agahî tuneye. Hate dîtin ku tîmên taybet ên ku Hurşît binçav kirine serê sibehê hesabên xwe yên twitterê girtin. Malbata Hurşît fikara windakirina wî dijîn. Malbata ku fikara înfazê dijî banga lezgîn li raya giştî kirin.


(rc)