Çete êrîşê Şêx Meqsûd kirin: 4 sivîl jiyana xwe ji dest dan 17 birîndar
18:27
Gulan
28
/ 2016
JINHA
HELEB- Komên çete yên girêdayî Koalisyona Niştîmanî ya Sûriye bi top û fûzeyan êrîşî taxa Şêx Meqsûd kirin.
Îro saat 16:40`an de çeteyên Koalisyona Niştîmanî Sûrî ku bermahiyên ENKS`ê jî di nav de ne, dest bi topbarankirina taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin. Ji ber topbarana çeteyan 3 jê zarok 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 17 sivîl jî birîndar bûn.
Çete topbarankirina taxê ji aliyê taxa Bistan El-Paşa ve didomînin.
(rc)