Bi sedan welatiyên Kobanê daketin qadê û êrîş şermezar kirin
18:44
JINHA
KOBANÊ - Li Kantona Kobanê bi armanca şermezar kirin êrîşê dewleta Tirkiyê ya li hember bakûrê Kurdistanê li qada Jina Azad bi tevlîbûna sedan welatî bi meşek girseyî hat li darxistin.
Li Kantona Kobanê bi pêşengiya TEV-DEM'ê bi armanca şermezar kirina hovîtiya dewleta Tirkiyê a li bajarên Bakûrê Kurdistanê li Qada Jina Azad bi tevlîbûna sedan welatî meşek girseyî hat li dar xistin. Meş ji Qada Jina Azad hetanî Qada Azadiyê dewam kir. Di meşê de panqertên "Bi berxwedana jinên ciwan azadiya rêber Apo û Şoreşa Bakûrê Kurdistanê misoger dibe" û alên YPG/YPJ'ê TEV-DEM'ê û Kongreyê Star hatin hildan. Meşa bi parastina HPC-JIN hatibû bi rêxistin kirin. Di meşê de êrîşên li ser Nisêbîn û Şirnexê bi taybet hatin şermezar kirin. Di meşê de Rêvebira Kantona Kobanê Rûken Ehmed axivî. Rûken got, "Em êrîşên li ser gelê Bakûrê Kurdistan bi tundî şermezar dikin. Şerê ku niha li Bakûrê Kurdistan diqewimin şerên dij mirovahiyêne. Di van şeran de sivîl dibine hedefa dewletê û bi awayekî hovane çekên kîmiyewî li ser gel tên bi kar anîn. Di heman demê de bêdeng mayina gelên cîhanê jî destek dayina van êrîşane." De dawiyê de Ruken anî ziman ku wana piştigiriya gelê Bakûrê Kurdistan a ji Kobanêra ji bîra nekirine û got ew ê jî hetanî dawiyê piştigiriya gelê Bakûr bikin.
Meş li qada azadî bi dawî bu.
(kom/rc)