Jin çima li dij rapora komîsyona destberdanê ne?
09:07
Ozgu Ozutok/JINHA
ÎZMÎR - Jinan li dijî rapora ku Komîsyona Lêkolîna Parastina Tevahiya Malbatê ya TBMM’ê gotin ‘mafên me qezenckirine em şûnde nadin. Em jin bi awayekî topyekun li dijî vê pêşnûmeyê ne.’
Bertekên jinan yên li hemberî rapora ku Komîsyona Lêkolîna Parastina Tevahiya Malbatê ya TBMM’ê ku rê li ber zewaza zarokên rastî tecawizê hatine û bi tecawizkarên wan re dizewicîne û mafên jinan xesp dike, didomin. Jinên li Îzmîrê diyar kirin ku dixwazin qezencên jinan yên di têkoşîna jinê de hatine bidestxistin tine bihesibînin û gotin ji bo parastina mafan wê bi hevre têbikoşin.
‘Mafên me qezenckirine em şûnde nadin’
Ji jinên anarşîst Fîlîz Îzem Yaşin, diyar kir ku rapora komîsyona destberdanê pêşiya îstîsmara zarokan vedike û xalên ku pêşiya destberdanê digire dihundirîne. Fîlîzê da zanîn ku têkoşîna ku têkildarî raporê de bidin wiha vegot: “Yê îstîsmar dike, ji 15 salî biçûktir be bi kesa îstîsmar kiriye re tê zewicandin.Ji bo jina biryara destberdanê hatiye dayîn salek pêvajoya lihevkirinê hatiye diyarkirin û di vê pêvajoyê de pisporekî ji îlahiyatê mezûn ji bo zewacê sererast bike ji wan re dibe heval. Di nav saetên mesayiyê de di rewşa ku rastî şîdetê pêk bê de, mafê gilîkirinê şûnde tê kişandin.Wekê di xala kurtajê de jî heye, pêşniyarên wek vê her tim bi xalên sînorkirî tê pêşkêşkirin. Dema em bi wê xala radîkal re eleqeder dibin yên din derbas dibin. Hemû mafên jin qezenc dikin bi vê pêşniyarê şûnde tê girtin. Hina tiştek li holê tine lê em bawer nakin ev derbas bibe. Em mafên xwe yên ku me qezenckiriye şûnde nadin.
‘Em jin bi awayekî topyekun li dij vê derdikevin’
Parêzer Şenay Tavuz jî got ew jin li dijî vê rapora ku hatiye amadekirin serî hildidin û got: “Bi vê raporê re mafên me yên qanûnî ku me di têkoşîna 30 salî de bidest xistiye şûnde tê girtin. Di vê pêşnûmeyê de guherîna herî zêde balkêş e, zarokên 15 salî yên rastî tecawizê tên, bi tecawizkarê wan re dizewicîne ye. Ev jî zewcên zarokan dike qanûn.” Şenayê di dawiya axaftin xwe de anî ziman ku ew wek jin bi awayekî topyekun li dijî vê pêşnûmeyê derdikevin.
(hu)