Li Qamişlo merasîma bîranînê

09:08

JINHA

QAMIŞLO - Ji hêla Saziya Malbatên Şehîdan a bajar ve merasîmek ji bo bîranîna kesên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane pêk hat.

Merasîma bîranînê ya 35 kesên ji bajarê Qamişlo di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane li Şehîdgeha Delîl Sarûxan pêk hat. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, şervanê YPG-YPJ'ê, nûnerên saziyan û endamên Saziya Malbatên Şehîdan di merasîmê de amade bûn. dayîkan posterên zarokên xwe hilgirtin û bênavber tilîlî û çepik lêxistin. Şehîdgeha Delîl Sarûxan bi posterên 35 şervanan hatibû arastin. Di merasîma bîranînê de ji bo cangoriyan deqîqeyekê rêz hate girtin. Paşê hevseroka SMŞ Hêvî Seyîd xêrhatina malbatan û kesên di merasîmê de hazir kir.

Navên 35 şervanan hate xwendin wiha ne;

Darwîn Ebdulkerîm Hesen, Çekdar Qamişlo (Malik Hisên), Ciwan Qamişlo (Ciwan Çolî), Xelîl (Îbarahîm Îsmaîl), Şêxmûs (Nûredîn Hebo), Zelal Cûdî (Mizgîn Mihemed), Îsmaîl Qamişlo (Îsmaîl Osman), Şoreş Bagok (Şebal Ehmed Hesen), Doxan (Ednan Salih), Rênas Qamişlo (Mehmûd Zebîr Xebîrî), Amed Qamişlo (Delîl Sarûxan), Elî (Elî Silêman), Şerîf Berûc (Mehmed Şerîf Mihemed), Zinar Qendîl (Xezwan Zinar), Qehreman Volkan (Mihemed Salîh Murdad), Rûken Botan (Salîhe Mûnîr), Mihemed Xeyr Îsmaîl, Rizvan (Hogir Hisên), Dilovan (Mihemed Salih), Davûd (Şebal Emîn Hadî), Seyr (Fazil Mihemed Seyîd), Laşer Berxwedan (Tirkiye Ebdul Rehman), Zerdeşt (Omer Mûsa), Ciwan (Eyhem Silmo), Rûbar Qamişlo (Nûşîn Faris Enz) û Welat Dêrik (Mezin Hisên), Qeresû (Mihemed Seyîd), Sefkan, Dêrsim Agirî, Ciger Qamişlo, Ciwan (Mubarek Hacî), Hêzil (Şemsê Elî), Bahoz, Îbrahîm Sowêd, Yasir Fermerz Elî û Reşo Qamişlo (Xelîl Şahîn).

Piştî xwendina navên 35 şervanan, ji malbatên wan axaftin hatin kirin. Ser navê malbatan Mehmûd Karasû û Mezin Welat Dêrik, Hisên Hecî Seyîd axivî û dilsoziya xwe bi rêya şervanan anî ziman. Birayê Zerdeşt Hêlîn (Omer Mûsa) Amar Mûsa got; "Şehîdên me, rêya wan pîroz e. Wan xwîna xwe kirin fedayê nirxên pîroz."

Bavê Delîl Sarûxan Mehmed Sarûxan jî xêrhatina malbatan kir û got "Em tu car şehîdên xwe ji bîr nakin û emê bi dû wan ve bimeşin."

Xwarziya Welat Dêrik, Axîn Ebdulwahîd helbestek ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwend û kêliyên hestyar hatin jiyîn. Ser navê malbata Rûken Botan dayîka wê Şewa Fetahî axivî.

(rs/en/zt)