Li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên piştgiriya Berxwedana Bakur

10:21

JINHA

QAMIŞLO/GIRKÊ LEGÊ - Bi armanca silavkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê û taybet berxwedana Nisêbînê û şermezarkirina êrîşên hêzên dewleta Tirkiyê gelê Qamişlo herikîn ser sînorê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de. Li Girkê Legê bi organîzekirina TEV,DEM'ê ji bo silavkirina berxewdana Bakûrê Kurdistanê meşeke girseyî hat lidarxistin.

Dewleta Tirkiyê piştî encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê, êrîşeke berfireh ser Bakûrê Kurdistanê daye desptêkirin. Ji wê demê heya niha dewleta Tirkiyê bi hemû rêbazên qirkirinê êrîşî gel dike. Li hemberî êrîşan berxwedana gel jî bi vînek mezin berdewam dike. Ji bo silavkirina berxwedana Bakur û bi banga TEV-Dem'ê gelê Qamişlo her roj diherike ser sînor, di roja sêyemîn de jî şêniyên taxa Kornîş bi şêweykî girseyî herikîn ser sînor. Girseyê bi alayên YPG-YPJ û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berê xwe dan sînorê navbera Qamişlo û Nisêbînê.

Çalakî bi deqyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di çalakiyê de tevî şêniyên taxa Kornîş hemû saziyên taxê, Hevserokê Meclisa Rêveber Ebdulkerîm Saroxan û Serokê Desteya Xweparastinê Rêzan Gulo amade bûn. Di çalakiyê de ji meclisa taxê Izedîn Gedo û ji Kongraya Star Wedha Walî axivîn.

Çalakî bi dûruşmên "Bijî berxwedana Bakur', 'Bijî YPS/YPS-JIN' û 'Bijî Rêber APO" bidawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Li girkêlegê ji aliyê TEV-DEM'ê ve ji bo piştgiriya berxwedaniya Bakûrê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên hovane yên dewleta Tirkiyê meşeke girseyî bi tevlîbûna gel, nûnerên saziyan, endamên Mala Gel, PYD, Kongreya Star pêk hat. Di çalakiyê de bênavber dûruşmeyên 'Nisêbîn bi tenê Nîne, Rojava li pişt e' hate qêrîn.

Meş ji Qada Şehîd Xabat ber bi navenda Bajêr dirêj kir. Li navenda bajêr piştî deqeyek rêzgirtinê ji Meclîsa Damezirîner a Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Akîf Şerîf Mistefa axivî. Akîf despêkê berxwedana Bakûrê Kurdistanê silav kir û got; "Em polîtîkayên Erdogan ên ku gelê sivîl qetil dike şermezar dikin. Gelê bi rûmet li Cizîra Botan, Silopî, Sûr, Nisêbîn berxwedaniyeke mezin li hemberî hovîtiya dewleta Tirkiyê nîşan dan. Ev berxwedan bi ruhê haqîqatê dan maşandin. Em bejna xwe li pêşberî hemû şehîdan ditewînin."

Piştî axaftinan gel bi dûruşmeyên ku berxwedana Bakûrê Kurdistanê silav dike, çalakî bidawî kirin.

kom/en)