Bi obusan li Şirnexê dixin

11:04

JINHA

ŞIRNEX - Taxa Bahçelîevlerê ya Şirnexê bi obusên li Tugaya Cendirmeyan a Çakirsogutê hatine bicihkirin tê bombebarankirin.

Li Şirnexê li dijî êrîşên hêzên dewletê ya 76 rojan berxwedana xwerêveberiyê didome. Taxên bajar bi obusan ve tê bombebarankirin. Li bajar bi şevdem bi dem dengê çekan hat û tax bi wesayîtên zirxî hatin gulebarankirin. Serê sibehê jî bombebaranê dest pê kir û taxa Bahçelîevlerê bi obusên ku li Tugaya Cendirmeyan a Çakirsogutê hatine bicihkirin hate topebarankirin. Bombebaran bênavber didome û hîn avahî hatin hilweşandin. Ji ber bombebaranê jî tax di nava tozê de maye. Li aliyê din li bajar xirakirina malan jî didome. Li taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Yenîmahalle û Cumhuriyetê jî gelek mal ji duh ve ye ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin. Hin avahî jî bi teqemeniyan tên hilweşandin.

(kom/zt)