Malbata Hurşit Kulter serî li dozgeriyê dan

12:52

JINHA

ŞIRNEX - Parêzerên ÎHD'ê yên der barê binçavkirina rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter de serlêdan kirin, dan zanîn ku sedema nexwestina hevdîtinê ya ji hêla Dozgerê Şirnexê ya bi wan re, naxweze berpirsiyariya înfazê bigire ser xwe. Parêzeran got ku li gorî parvekirinên duh bişev ji hêla tîmên taybet ve li ser medyaya civakî hatine kirin, Hurşît li TEM'ê tê ragirtin.

Piştî rêveberên DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter berî rojekî bişev hat binçavkirin, malbata Kulter serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê dabû, piştî serlêdana malbatê, parêzerên komeleyê serî li Dozgerê Qilebanê dan. Parêzerên ÎHD'ê diyar kirin piştî serlêdanê heta niha bersiv nedane wan, di serlêdanê de fikara windakirin û kuştina ji hêla endamên JOH û POH'ê ve hanîne zinam.

Parêzer li benda bersivê ne

Parêzeran aşkera kir ku rayedarên polîsan bersiva "kesekî wiha li vir tune" daye wan û wiha hat gotin: "Di çarçoveya serlêdanê de divê heta niha erênî an jî neyînê dozger bersivek bida. Me parvekirinên ji hêla endamên JOH û POH'ê ve li dosyaya sûc zêdekirin. Lê ji ber ku ev rewş dikeve lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Şirnexê, der barê şandinê de tu daxwaz ji me nehat kirin."

Dozger li telefonan mêze nake

Parêzeran diyar kir ku Hurşît berî şevekî dema hatiye binçavkirin û di wê demê de wan li rayedarên polîsan geriya ye, lê tu bersiv negirtine û bal kişandin ser xaleke girîng û ev tişt hat gotin: "Ji ber ku telefonên Edliyeya Şirnexê xirabe ne, hevdîtinên li edliyeyê ne pêkan e, dozgerê nobedar ji xwe bersivê nade telefonan."

'Dozger li hemberî înfazê berpirsiyariyê nagire'

Parêzeran got ku edalet li Şirnexê bêwate bûye û wiha dirêjî dan axaftinên xwe: "Telefonên edliyeyê xirabe ne. Ji ber qedexeyê em nikarin biçin edliye û navendê. Dozgerên nobedar bersivê nadin telefonên parêzeran. Tişta li vir em fêm dikin, heke Hurşît Kulter hatibe înfazkirin, dozger û rayedarên edlî naxwazin berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Tişta ku em dibînin ev e. Hikûqa ku li holê dan rakirin, heta niha 50-60 mirov hatin girtin. Çawa înfaz tên kirin, kê çawa hatiye kuştin em nizanin. Diyar e ku JOH û POH li Şirnexê cirîdê davêjin. Dozger jî berpirsiyariyê nagire ser xwe."

Her wiha kurapê Hurşît Kulter, Mahmut Kulter ê ku li ser medyaya civakî rewşa kurapê xwe pirsî, li ser hesabê tîmên taybet yê bi navê BOF: @Tweet_Guneydogu bersiv hat dayîn. Li ser hesab bersiva "Tu jî Hatî Gundî @KulterMahmut Rihet Be Hurşît di destê kekên teyên TEM'ê de ye. Me bi Şort hevekî ew da xwehê Lê Niha Rewşa Wî Baş e tu li benda dora xwe bisekine" hat dayîn.

Tîmên taybet ên ku li Qereqola Gumuştepeyê ya Şirnexê li ser peywîrê ne, tê fikirîn ku dibe Hurşît Kulter li vê qereqolê tê rawestandin.

(kom/zt)