Doza Dilek Dogan bi binçavkirinan destpêkir
11:25
JINHA
STENBOL - Di 3. runiştina doza Dilek Dogan a ku têde polîsê bi navê Y.M tê darezandin bi binçavkirinan despêkir.
Li Taxa Kuçukarmutluya navçeya Sariyer a Stenbolê di 18'ê comteha 2015'an di serdegirtina malan de Dilek Dogan bi guleya polîsan hat qetilkirin. Girêdayî qetilkirina Dilek li 3. runiştina dozê li 12. Dadgeha Cezayê Giran doz hat dîtin. Beriya doza girtî despêkirî bi pankarta "Em ji bo Dilek dadê dixwazin" jinên kombûn û diruşmên "Dilek Dogan bêmirine" bilindkirin 5 hatin girtin. Xebatkarên çapemeniyê yên xwestin wan kêliyan bikêşin hatin asteng kirin.
Dema ku li kafe ya beranber jî bertek bilindbûn, polîsan bi gotina "Îro ev kafe girtiye, hema vale bikin" hewildan kafê vale bikin.
(zt)