Li Şirnexê hember hilewşandinan berxwedan di roja 77'an dene
11:56
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê berxwedana YPS û YPS-JIN li dijî êrîşên hêzên dewletê diroja 77'an de berdewam dike. Polîsên ku xwestin têkevin taxa Bahçelîevler rastî bersiva parazvanen taxê hatin û polîsekî tîmên taybet hat kuştin. Li Navçeya Berwarî ya Sêrtê jî leşkerên derketin operasyonê ketin nava şer. Di şer de tîmekî taybet hat kuştin.
Li Şirnexê berxwedana hêzên YPS û YPS-JIN'ê ya li dijî êrîşên talankirin, wêrankirin û dagirkeriya Hêzên Dewletê ya li hemberî Şirnexê di roja 77'an de didome. Hêzên dewlete ku dîsa bi maşîneyên zirxî êrîşî taxa Bahçelievlerê kirin rastî bersîveaı YPS û YPS-JIN hatin. Hêzên YPS-YPS-JIN'ê di bersivê de endamekî Polîsê Tevgera Taybet POH kuştin.
Êrîşên hêzên dewletê yên li dijî taxên Dicle, Gazipaşa û Îsmetpaşa berdewam dikin. Li bajar tevgera ambulansan zêde balê dikişîne. Gelek ambulans di navbera Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û 23'emîn Fermandariya Cendirmeyan a Tumena Sînor de diçin û tên.
(kom/zt)