Hêzên dewletê çêkirina 'dîwarê şermê' berdewam dikin

11:57

JINHA

MÊRDÎN - Hêzên dewletê lêkirina "Dîwarê şermê" yê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de berdewam diki. Blokên Betonê yên li navçeya Qosera Mêrdîtê tên lêkirin, bi TIR'ên bê plake dişînin ser sînor.

Hêzên dewletê bi blokên betonê li ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de dîwar lê dike. Hêzên dewletê ku berê li Nisêbîn, Kîlîs, Serekaniyê û gelek deverên din bi betonê dîwar lêkir û rastî bertekên welatiyan hatibû dîsa berdewam dike. Avakirina dîwarê ku di nava gel de wekî "Dîwarê şermê" tê zanîn, ji sala 2014'an heta niha berdewam dike û bilind dikin. Li aliyekî dîwarên bilind ên betonê lê dikin, li aliyê din jî xendekan dikolin. Niha jî ji bo lêkirina dîwarên beton, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê blokên beton tên avakirin û bi TIR'ên bê plake wan dişînin ser sînor.

Sewqîyatek zêde diçe Nisêbînê

Bi taybetî blokên beton li ser sînorê Roja yê tenişta Rêya Hevrişîmê tên lêkirin. Li gel berteka welatiyên kurd hikûmeta AKP'ê di vê polîtîkaya lêkirina dîwar de israr dike. Blokên Beton ku ji 3 metre bilindahî û 2.50 firehi pêk tê li tenişta hev tên rêzkirin.

Dîsa li ser rêya navbera Artuklu û Qoserê jî dîwar tên lêkirin.

(kom/zt)