Jinên serhildêr yên li Geziyê daketin kolanan
13:20
Habîbe Eren/JINHA
STENBOL - Berxwedana Geziyê ku bi birîna daran re hewl hat dayîn bê tinekirin, dest pê kir li her derê welat belav bû û veguherî serhildanê. Jinan ji berxwedanê re pêşengî kir. Ji Kate Cullen ku li ber TOMA’yê li dijî ava şîd berxweda heta Emîne Cansevera 51 salî ku bi sapanê êrîş şûnde kişand û gele kjinên din daxwaza wan yek bû. Jinan serhildan û hêrsa xwe daxistin kolanan û li dijî gazê berxwedan.
Li gelek welatan hinek bûyeran şoreş dabû destpêkirin. Bihara Ereban di 2010’an de bi ciwanekî ku xwe şewitandibû li welatên Ereb dest pê kiribû. Li Tirkiyeyê jî berxwedana Geziyê şibandin Bihara Ereban. Ji ber ku deshilatdariya wê jî ketibûn nava tirsê.
Berxwedan li ser pêkanîna ku wê Kişlaya Topçu vegurehe AVM û Parqa Geziyê jî bê tinekirin dest pê kir. Di nava rojan de berxwedan li her derê belav bû. Di şeva 27’ê Gulanê de dîwarê li cadeya Asker Ocaxi dinêrt hat hilweşandin û 5 dar hatin birîn. Endamên Piştevaniya Taksîmê pêşî li maşîneyan girtin û hilweşandin astengkirin. Piştre komek ji 50 kesî pêk dihat kon li parqa Gezî ava kirin. Di sibeha 28’ê Gulanê de hejmara protestovanan zêde bû.
Di sibeha 29’ê Gulanê de li şûna darên ku hatin birîn dar hatin çandin. Serokwezîrê demî Tayyîp Erdogan di merasîma hîmê pîra sêyemîn de got; “Hun çi bikin jî, me ji bo wir biryar girtiye.” Yên xwedî li parqa Gezî derketin seranserê rojê li wir man. Di 30’ê Gulanê de polîs ketin parqê. Binçavkirin û birîndar hebûn. Bi hezaran kes hatin Parqa Gezî. Di 31’ê Gulanê de bûyer mezin bûn. Hejmara kesên daketin kolanan jî zêde bû.
Ji Berkîn heta Alî Îsmaîl
Li bajarên din jî çalakiyan dest pê kir. Gezî û Taksîm tevahî hat girtin. Kesên xwestin biçin Taksîmê li dora Cadeya Îstîklalê hatin cem hev. Pevçûnan heta sibehê berdewam kir. Di bûyerên Parqa Gezî de herî zêde li Enqereyê mudaxale kirin. Di bûyeran deMehmet Ayvalitaş, Abdullah Comert, Ethem Sarisuluk, Alî Îsmaîl Korkmaz, Ahmet Atakan, Berkîn Elvan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi hezaran jî birîndar bûn.
Jin li malê nedisekinin
Mirov weke lehiyê diherikîn qadan. Bi taybet jî jin derdiketin derve, yên nekarin derkevin jî li kuşxane û taweyan dixistin. Taksîmû herêma Beşîktaş a Stenbolê ji gazê mirov nekarî bîhna xwe bigirin. Li Enqereyê di şeva 4’ê Hezîranê de 65 kes hatin binçavkirin. Li her derê Enqereyê çalakî hebûn. Bi Stenbolê re 422 kes hatin binçavkirin.
Jiyana kolektîf hat hunandin, Jin di serhildanê de bûn
Li Geziyê jiyana kolektîf dihat hunandin. Ji bo kesên birîndar bibûn doktorên dildar di çalakiyan de amade bûn. Hemû ligel hev bûn. Mirovan birînên xwe bixwe dikewandin.
Di dema bûyeran de bi taybet jin rastî êrîş û tacîza polîsan hatin. Jinên li eniya pêş berxwe didan, tevî şîdeta dijwar şûnde neçûn. Di rojên destpêkê yên çalakiyê de jina bi navê Ceyda Sungur bi navê ‘jina sor’ ku wêneyê di bûyeran de hatibû kişandin, bû sîmgeya Geziyê. Ceyda li zanîngeha Teknîk a Stnebolê akademîsyen bû. Sungur di rojên destpêkê de beşdarî çalkaiyan bû û bû sembol
Jina reşîk: Kate Cullen
Çalakî heta wê rojê bê navber û dijwar derbas bibû. Vê carê li Cadeya Îstîklalê wêneyê ‘jina reşik’ di hişan de cihê xwe girt. Jina rejik Kate ya 21 salî ya ji Avusturyayê ku li Sidney civaknasî dixwend wek xwendekara guhertinê li zanîngeha Koç dixwend, li dijî ava şid ya ji TOMA’yê dihat avêtin berxwe dida. Kate got wan hemûyan dizanibû ku bûyer çiqas girîngin û got tevî şîdetê wê xwestiye aştiyanebûna xwe bîne ziman.
Piştî Geziyê li PKK’ê berdewam kir
Denîz Karacagîl li Antalyayê di çalakiyên Geziyê de bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ 98 sal ceza jê re hat xwendin û demekê di girtîgehê de raza. Denîz piştî têkoşîna xwe ya Geziyê beşdarî PKK’ê bû û di nameya ku nivîsî de wiha gotibû: “Em baş dizanin ku em ji tiştên di nasnameya TC de hatiye nivîsin pêk nayên. Em ti car di wê qalibî de sînor nebûn.”
Jinan li Geziyê bi dirûşmeya ‘De lêde’ li pêş barîkatan cihê xwe digirtin. Di nava çalakvanan de muzîkjen Mercan Şenel jî hebû. Mercan bi berçavkên xwe di eniya pêş de cih girt û her du destê xwe radikirn û nîşaneya serkeftinê dikir. Vî wêneyê jî nîşan dida ku jin natirsin.
Emîne Cansever ya 51 salî jî di çalakiyan de bal kişand û wek ‘xaltîka bi sapan’ di çapemeniyê de cih girt û wêneyên wê li kolanên Kolonbiyayê jî hat xêzkirin. Emîne hat girtin û şandin girtîgehê. Emîne serbilindî û hêrsa li dijî dewletê nîşan dida.
Jinan dînamîka hundir ya Geziyê ava dikirin û şîdet, mêtîngerî û newekheviya ku didîtin li kolanan qîr kirin. Ji her temen û her aliyê jin tevî şîdet û gaza polîsan li qadan bûn. Di konan de heta sibehê rawestiyan.
(hu)