Esmer Encu: Êşa min dubare zindî bû
13:22
JINHA
ŞIRNEX - Li Roboskê yên qetil dikin jî yek in û yên tên qetilkirin jî yek in. Di 28'ê Kanûna 2011'an de komkujî pêk hat û 19 jê zarok 34 welatî hatin qetilkirin. 4.5 sal şûnde dîsa li heman qadê û heman nav ê 16 salî Vedat Encu hat qetilkirin. Ev jî nîşan dide ku dîmen û feraseta dewletê ya li hemberî welatiyên Roboskê nehatiye guhertin.
Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên F-16 li gundê Roboskê ya Qilebana Şirnexê bombe barandin. Di êrîşa hewayî de 19 jê zarok 34 welatî qetil kirin. Piştî komkujiyê 4.5 sal derbas bûn, lê hêj kujer nehatin darizandin û doz li kesî nehat vekirin. Ji ber ku rêyên lêgerîna malbatan a hiqûqê i Tirkiyeyê hat girtin, malbatan doz bir DMME'ê. Hêj kujer nehatine darizandin, 5 sal şûnde dîsa Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li heman cihî bi tang û obusan li gundê Qilebanê top barandin û dîsa zarokê 16 salî Vedat Encu qetilkirin û 4 kes jî birîndar kirin. Dîsa hêzên dewletê top barandin û dîsa welatiyên Roboskê hatin qetilkirin. Welatiyên Roboskê dîsa rastî êrîşa hêzên dewletê hatin û dîsa top bi ser serê wan de hatin barandin. 4.5 sal berê dîsa dewletê li ser 30 welatî bombe barandin û dîsa ketin nava hewldana komkujiyê. Piştî kuştina zarokê 16 salî Vedat Encu filmê 4.5 sal berê dubare bû. Di bûyera berê dejî li heman cihî dîsa zarokê bi navê Vedat Encu jiyana xwe ji dest dabû.
Dayika Vedat Encu yê kurê wê di sala 2011'an de hat kuştin, Esmer Encu diyar kir ku 4.5 sal berê dîsa heman komkujî bi serê wan de hat û wê Vedatê xwe winda kir û niha dîsa bûyer dubare dibe. Esmer , anî ziman ku dîsa di heman saetê ya 21.30'an de li heman cihû komkujî pêk hat. Esmer, da zanîn ku wan birîndarên xwe birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê û niha agahî jiwan nastînin.
Esmen, da zanîn ku di bûyera duyemîn de dîsa zarokê bi navê Vedat hat qetilkirin û di temenê kurê wê de bû. Esmer, da zanîn ku wekî dubare kurê wê bê qetilkirin û êşa wê dîsa wekî berê nû bûye û wiha got: "Vedat hem navê wî û navê kurê min yek bû û hem jî di temenê kurê min de bû. Dîsa li cihê kurê min lê hat qetilkirin, hat qetilkirin. Êşa min dubare zindî bû."
(kom/zt)