Cenazeyê Vedat Encu anîn Roboskiyê

14:09

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyê Vedat Encu yê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da piştî otopsiyê anîn gundê Roboskê. Dema ku cenaze anîn gund wesayîtên leşkerî gel tacîz kirin li ser vê yekê gel kevir avêtin wesayîtan û jinên Roboskê jî bi gotina "Êdî bes e" nerazîbûn nîşan dan û qîr kirin.

Li gundê Roboskê ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê duh bi şev piştî ku ji Fermandariya Alayê ya Becûhê welatiyên ku bezarganiya sînor dikin hatin bombebarankirin Vedat Encu (16) hatibû qetilkirin, cenazeyê ji bo otopsiyê biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî karên otopsiyê cenazeyê Vedat Encu anîn gundê Roboskê.

Cenaze dema ku anîn gund bi sedan welatî çûn mizgeftê. Li ber mizgeftê jinên ku lorandin ji ber êşa ku dijî ji xwe ve çûn.

Di vê navberê de wesayîtên leşkerî girse tacîz kirin. Li ser vê yekê welatiyan nerazîbûn nîşan dan û hin jinan jî kevir avêtin wesayîtên leşkeran û bi gotina "Êdî bes e" nerazîbûna xwe anîn ziman.

Cenazeyê Vedat Encu piştî wecîbeyên olî bên bicihanîn dê li goristana gund bê definkirin.

(kom/zt)