Girtiyan banga piştevaniya malbatên koçber kirin

14:37

JINHA

MÊRDÎN - Girtiyên PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo malbatên ku ji ber êrîşên hêzên dewletê mecbûr mane malên xwe biterikînin û koçber bibin banga piştevaniyê kirin.

Girtiyên PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi riya malbatên xwe banga raya giştî kirin. Girtiyan ji bo malbatên ku ji ber êrîşên hêzên dewletê malên xwe terikandine û koçber bûna banga piştevaniyê kirin û xwestin yekîtî û piştevanî bê xurtkirin. Di daxuyaniya ku hate kirin de hate gotin ku ji 24'ê Tirmeha 2015'an a heta niha hikûmeta AKP'ê polîtîkayên înkar û îmhakirinê ya li dijî gel kurd derxistiye asta qirkirinê û vî jî ji bo gelê Anatolya û Mezopotamyayê jiblî xwîn û rondikan tiştek neaniye. Di daxuyaniya girtiyan de wiha hate gotin: "Em wekî zarokên vî gelê asîl di zindanê de bin jî bi ruh û dilê xwe ve bi gelê xwe re ne. Me wekî girtiyên PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Mîrdînê xwest ku parî û xirqeyê xwe bi gelê xwe re parve bikin. Em dixwazin hemû gelê me jî mala xwe, pariyê xwe û ava xwe bi gelê me yê ku mehkumî kolan û sermayê hatine kirin ve parve bikin."

Li aliyê din girtiyan ji bo kesên rewşa welatiyan ji bo xwe wekî kêsf nebînin û bikarneynin jî hişyarî kirin.

(kom/zt)