Li Kobanê bawernameyê xwendevanan hat dayîn

14:49

JINHA

KOBANÊ- Bawernameyên xwendevanên Dibistana Şehîd Hogir ya Kantona Kobanê bi coşeke mezin hate dayîn.

Îro xwendevanên Dibistana Şehîd Hogir ya Kantona Kobanê piştî bidawîbûna dibistanê ji bo bawernameyên xwe bigrin çûn dibistanê. Mamoste û xwendevan bi cil û bergên gelêrî her der renga reng kirin. Ji bo xwendekaran şahiyeke hat organîze kirin. Di serî de rêz hate girtin û paşê koma dîlanê ya Dibistana Şehîd Hogir lîstokên xwe pêşkêş kirin. Paşê ji 285 xwendekarên dibistana Navîn û 750 xwendevanên dibistana seretayî re bawername hate dayîn. Herwiha ji xwendevanên ku pileya wan bilind bû ji hêla mamosteyan ve diyarî hate dayîn. Di dawiyê de xwendevan û mamosteyên xwe bi kêfxweşiyeke mezin govend gerandin.

'Cara yekeme bi zimanê dayîkê perwerdehî hat dayîn'

Endama Rêvebera Dibistana Şehîd Hogir Hezar Derwêş Hemo serketina xwendekaran pîroz kir wiha got, "Îro me bawernameyên şagirtên xwe belav kir. Me ji xwendekarên serkeftî jî xelat kir. Em dizanin ku vê salê xwendekaran hin zehmetî kişandin, ji ber cara yekem bi zimanê dayîkê xwendin. Lê di demsala duyem de rewşa xwendevanan pir baş bû. Me elaqeya wan jî dît. Kêfa şagirtan gelek ji wêneyan re dihat. Ji ber tev bi Kurdî bû û ev hezkirina jî bû sedem xwendevanên me di ezmûnên xwe de serkeftî bin."

(ze-rê/hs/rc)