Jinan Vedat bi lorînan sipartin axê
15:37
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyê Vedat Encu (16) yê li Robaskê duh bi şev ji bombeyên qişleya leşkerî hate avêtin hate qetilkirin bi rondikan hate definkirin. Cenazeyê Vedat nehiştin li Şehîdgeha Robaskê ya ku di qatlîama Roboskê de jiyana xwe ji dest dane bê definkirin ji ber vê yekê jî li Goristana Gund hate definkirin. Jinên ku di merasîma cenaze de kevirên gorê maçî kirin li hemberî Tayyîp Erdogan ê wekî berpirsyarê mirinan dibînin nerazîbûn nîşan da û wiha gotin: "Erdogan 34 ciwanên me qetil kirin lê têr nebû. Ji xwîna kurdan têr nebû. Bi vî rengî qetilkirinê kurd naqedin."
Li sînorê gundê Roboskê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê Vedat Encu (16) yê dema bazirganiya sînor dikirin bi mobye ji qişleya leşkerî hate avêtin jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Vedat Encuyê ku birayê Davut Encu yê bi birîndarî di qatlîama Roboskê ya 2011'an de 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn xilas bûbû û di heman qatlîamê de Vedat Encuyê bi vî re diheman temenî de bû jî jiyana xwe ji dest dabû, bi hersekî mezin hate definkirin.
Nehiştin li şehîdgehê bê definkirin
Malbatên ku di qatlîama yekemîn de xizm û zarokên xwe winda kirin bi cilên xwe yên reş tevlî merasîma cenaze bûn. Di merasîma cenaze de li dijî hikûmeta AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan hersêke mezin hebû.
Cenazeyê Encu yê ku piştî hate qetilkirin ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, piştî otopsiyê anîn gund û wecîbeyên olî hate bicihanîn, di nimêja nîvro de li mizgeftê nimêj hate kirin.
Piştî nimêjê cenaze hate wergirtin û birin Şehîdgeha Roboskê ku yên di qatlîama yekemîn de jiyana xwe ji dest dane û hate xwestin li vî derê bê definkirin. Lê leşkeran destur nedan vê yekê û malbat û gundî tehdîd kirin.
Li ser vî astengkirinê cenazeyê Encu, li goristana gund hate definkirin. Di dema merasîma cenaze de li jora gund li baxçeyê Qereqola Ortasuyê wesayîtên zirxî û leşker hatin bicihkirin.
Hevalên wî yên dibistanê li ser gorê bûnx
Bi sedan kes beşdarî merasîma cenazeyê Vedat bûn. Dîsa hevalên dibistanê yên Vedat Encu jî beşdarî merasîma cenaze bûn. Piştî cenaze hate definkirin, hate xwestin ku êdî mirinên ciwanî bi dawî bibin. Piştî ku zilam ji goristanê veqetiyan hevalên Vedat û jin hatin ser gorê. Hevalên wî gora Vedat Encu sererast kirin û jinan jî kevirên gorê û axa gorî maçî kirin.
'Bihêlin ez birayê xwe hembêz bikim'
Xwîşka Vedat Encu ya ku bi beybûnan ve hate ser gorê jî demeke dirê xwe li ser gora birayê xwe dirêj kir û wiha got: "Bihêlin ez birayê xwe hembêz bikim." Ev gotinên xwîşka wî bû sedema hestewarbûnê.
Erdogan ji xwîna kurdan têr nebû
Xwîşka wî ya ku nexwest ji goristanê veqete çend caran ji xwe ve çû. Jinên ku di dema merasîma cenaze de rondik barandin destê xwe rakirin û bi gotina "Bila Erdogan jî tiştên bi me kiriye bijî" nifir kirin.
Jinên ku qatlîama 2011'an bi bîr anîn jî wiha gotin: "Erdogan 34 ciwanên me qetil kir lê dîsa têr nebû. Ji xwîna kurdan têr nebû. Nikarin bi qetilkirinê kurdan biqedînin."
Piştî merasîma cenaze girse bi wesayîtan ve çûn mala Vedat Encu û ji malbatê re sersaxî xwestin.
(kom/zt)