Li Bêgirê polîsan êrîşî welatiyan kirin

15:54

JINHA

WAN - Li navçeya Bêgiriyê polîsan êrîşê welatiyên ku li dijî "qanûna darbeyê" hatin cem hev kirin

Li navçeya Bêgiriyê ya Wanê polîsan êrîşî bi hezaran kesên ku ji bo şermezarkirina "qanûna darbeyê" ya ku destnedayînên parlamenterên HDP'ê radike hatin cem hev kirin. Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel jî di nav de heyeta HDP û DBP'ê di têketina navçeyê de ji aliyê konvoya bi sedan wesayîtan pêk tê hatin pêşwazîkirin û konvoy bi slogan û tîtîliyan ve derbarî pêşiya avahiya HDP'ê bû. Polîs ketin qada ku dirûşmên "Bijî serok Apo" "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" dihat berzkirin û qedexeya walîtiyê hincet nîşan da û gotina "Ev qedexe tenê ji bo HDP'ê ye" bi kar anî û gote dê mudaxale bikin.

Polîsan piştre bi ava şid êrîşî gel kir.

(zt)