'Em xweşikbûna di hundir de keşf dikin û çanda parvekirinê pêş dixin'

09:02

Gulan Botan-Lîlav Çolî/JINHA

SERÊKANIYÊ - Li bajarê Serêkaniyê di binesaziya Akademiya Şehîd Welat de 1. dewreyê bi navê Şehîd Zelal Cûdî hat vekirin. Dewreya ku bi tevlîbûna 24 endamên TEV-ÇAND'ê hatî dest pêkirin, bi gotûbêjên gerim rêve diçe. Endamên Akademiyê wiha gotin, "Em xweşikbûna di hundirê xwe de derdixin û bi hev re parve dikin."

Li bajarê SerêKaniyê ya Kantona Cizîrê di binesaziya Akamdemiya Şehîd Welat de dewreyek xweser a bi navê Şehîd Zelal Cûdî ku ji 24 endaman pêk tê hat vekirin. 24 endamên ku ji xebatkarên TEV-ÇAND'ê pêk tê, bi coşek mezin perwerdê pêşwazî dikin. Têkîdarê perwerdeyê Endama Koordînasyona TEV-ÇAND'ê Ruha Amanos diyar kir ku bi perwerdê re bawerî pêşdikeve û wiha got, "Yekemîn dewreye ku me bi xweseriya jinê vekiriye. Endamên wê ji Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê pêk tên. Perwerdeyên me sibê heya êvarê didome, êvarî jî heya seet 9'an semîner hene. Ev yek lêhûrbûne kûrtir dike. Ji ber ku hem yên perwede dibînin hem jî yên perwerde didin hevalên jin in. Ev moral û hêzeke cuda dide avakirin. Di dest pêkê de hinek tirs û guman hebûn, lê niha gumanê cihê xwe ji coşeke mezin re hiştiye. Kêfxweşiya parvekirinê derdikeve pêş."

'Pergala kapîtalizm di mirovan de perçebûn pêşxistiye'

Ruha balkişand ku jin di pêşxistina çandiniyê de rolek girîng hildaye ser milê xwe û wiha got, "Îro jî em dixwazin jiyaneke nû bi zihniyeta nû û bi pêşengiya jinê pêş bixin. Kesayeteke hunermend dê çawa pêş keve? Wê çawa bi hev re bijîn? Em dixwazin bi xebatên xwe bersiva van pirsan bidin û kesayeta vê rastiyê ava bikin. Kapîtalîzm di mirovan de parçebûn pêşxistiye. Li cihê ku her tişt bûye teknîk, em hem teknîka kar ango enstûrmanan fêr dikin. Aliyê din ê perwerdeyê jî fêrbûna jiyaneke rast e. Bi teybet jî hevaltiya jin bi jinê re, girîng e. Sîstem piranî jî dibêje jin bi jinê re nikare bijî, divê jin pişta xwe bidin mêr. Em ê bi pratîka xwe bêjin ku herî xweş jin dikare bi hev re bijî û parve bike. Jin bi hêza xwe, bi baweriya xwe dikare çiqas tiştan parve bike, vê dibîne. Ev jî rê li ber nîqaşên kûrtir vedike. Di perwerdeyê de jin dikare xweşikbûna di hundirê mirov de derxe holê. Em tişteke nû ava nakin, em xweşikbûna di hundirê xwe de derdixin û bi hevre parve dikin. Destpekê li hember sînorên ku civakê danîne têkoşîn, piştre jî têkoşîn li hember sînorên ku kesayetan danîne pêşiya xwe şer tê meşandin."

'Em ê rastiya jina Xwedawend derxin holê'

Rêvebera Dewreya Şehîd Zelal Cûdî Gulnaz Derwêş anî ziman ku bi riyê perwerdeyê dixwazin çanda azadiyê di nava civakê de bi rêxistin bikin û wiha pêde çû, "Bi rêya perwerdeyê em dixwazin li hember pergala desthilatdariya mêr yê pênc hezar sal têbikoşin. Em dixwazin rastiya jina xwedawend derxin holê. Pediviya me wek nan û avê bi perwerdeyê heye. Em jî xwe perwerde dikin ku azad bibin. Bi vê perwerdê re em lêpirsîna ku li kur me çi wenda kiriye dikin. Ji ber ve yekê perwerdeya xweser girîng e û birînên me yên dîrokî derman dike."

'Dive herkes xwe birêxistin bike'

Endama dewrê Cewahîr Çolî jî têkîldarê perwerdê wiha axivî, "Em wek 24 jin di vê dewreyê de hatin cem hev. Vê yekê ruhê hevgirtineke xweş di me de ava kir. Ji bo ku em pergaleke rast bi hev re ava bikin, xwe perwerde dikin. Me bi ked û hêza xwe dewre vekir û ji ber vê yekê em xwedî li her tiştî dertên. Beşa herî zêde me xwe û rastiya xwe tê de dît jî waneya rexne û rexnedayînê bû. Ji ber em rastiya hev dibêjin û hevdu sererast dikin. Îro em li hev dicivin û civakê birêxistin dikin."

'Em dixwazin bi feraseta civaka azad xwe birêxistin bikin'

Endama Komîna Fîlmên Rojava, Maya Ferhan diyar kir ku ew bi dilxwaziyeke mezin tevlî perwerdêyê bûye û wiha pêde çû, "Ji bo ku em bikaribin wek hunermend xwedî li xwestekên xwe û civaka xwe derkevin, divê em xwe perwerde bikin. Bi perwerdeyê re em zihniyeta azadiyê hîn dibin. Em li ser rola jinê û guhertin û veguhertinên dîrokî de rola jine çawa ye, gotûbêj dikin. Em dixwazin bi feraseta civaka azad xwe û civaka xwe birexistin bikin. Serok Apo dibejê 'Perwerde, Perwerde, perwerde…' ez bangê jinan dikim ku xwe perwerde bikin."

'Di kesayet de guhertinên mezin derdikeve holê'

Rêvebira Dewreyê Rewşen Efrîn jî wiha got, "Hinek pêwîstiyên me û civaka me em birin ber bi dewreyeke xweser ve. Di warê zihnî û di kesayet de guhertinên mezin derdikevin holê. Dewreyên me di helê birdozî de kûrbûn çêdike. 55 biryarên esasî yên kongreya TEV-ÇAND- Jin hebûn ku yek ji wan perwerdekirina civakê ye. Di serî de divê em xwe perwerde bikin ku bikribin vê biryarê pêk bînin. Rêberê me Rêber Apo dibêje 'Serdema 21'an serdema jinê ye' ji bo civakek bi exlaq û polîtîk jî divê jin rola xwe ya esasî bileyîze. Wek gava dest pêkê, me perwerdeya xweser daye destpêkirin. Ev perxwerde ji bo xwe avakirinê û rastiya civaka xwe dîtinê girîng e. Em ji bilî perwerdeya bîrdozî her wiha xebatên spor û hunerê jî dikin. Hefteyê carekê jî her komek hunera xwe bi giştî re parve dike. Em pergala komîn li vir bi jiyanî dikin."

(rc)