Jin li dijî şer, zayenperestî û şîdetê reda xwe ya wijdanî aşkera dikin

09:04

JINHA

AMED – Hevseroka Komeleya Reda Wijdanî Merve Arkun diyar kir ku piştî êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê hejmara kesên reda xwe ya wijdanî aşkera dikin zêde bûne û got jin jî li dijî leşkeriya bi zorê, zayendperestî, taciz,tecawiz şîdet û mîlîtarîzmê, reda xwe ya wijdanî aşkera dikin.

Jin li dijî şer, tehakum, wêrankirin, hilweşîn, komujî, îşkenceya li dijî bedena jinê ya ku zîhniyeta serdeset ya mêr afiraniye, reda xwe ya wijdanî aşkera dikin. Herî dawî li Stenbolê 6 jinan reda xwe ya wijdanî aşkera kir û balkişandin ser qirkirina li Kurdistanê. Hevseroka Reda Wijdanî Merve Arkun k udi 2011’an de reda xwe ya wijdanî aşkera kir, têkidarî reda wijdarî û şerê ku tê jiyîn de nirxandin kir.

Merve bi lêv kir ku li Tirkiyeyê tevgera reda wijdanî ji sala 1989’an de ye berdewam dike û got yekem redkarê wijdanî Tayfun Gonule û piştî vê ligel deveran û li aliyê komên cuda ve hatiye nîqaşkirin. Merveyê anî ziman ku di 1990’an de li Îzmîrê Komeleya Kesên Dij Şer hat avakirin û bi vê re xebata têkoşîna reda wijdanî baştir hatiye dîtin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de gelek kesî reda xwe ya wijdarî aşkera kiriye.”

‘Ji bo çavkaniyên şer ziwa bibin em dixebitin’

Merve di berdewamiyê de got Platforma Reda Wijdanî ya Ji bo Aştiyê jî ji bo reda wijdanî bibe civakî gelek bi bandor bûye û wiha pê de çû: “Heta 2013’an me xebatên gelek girîng li Kurdistan û vê erdnîgariyê meşand. Di 2013’an de bi avabûna Komeleya Reda Wijdanî re me wek komele xebat meşand. Ji wê rojê û şûnde gelek kesî reda xwe ya wijdanî aşkera kir. Ji bo çavkaniyên şer ziwa bibin em dixebitin.
Merve da zanîn ku bi taybet li dijî operasyon, polîtîkayên dagirker û komkujiyê yên dewletê reda wijdarî zêde dibe.

‘Reda wijdanî maf e’

Merveyê bi lêv kir ku heta îro gelek redkarê wijdanî hatine girtin û tevî hemû zextan têkoşîna wan berdewam kiriye. Merveyê diyar kir ku reda wijdanî maf e.

Merveyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin ne li teştiya şerin, tam di navîna şer de ne. Jin wek kirdeyeke aktîf di reda wijdanî de cih girtine. Jin ne tenê li dijî leşkeriya bi zorê, li dijî tecawiz, tacîz, şîdet, zayenperstî û mîlîtarîzmê reda xwe ya wijdanî aşkera dikin. Ez bang li hemû kesî dikim ku li dijî şer, reda xwe ya wijdanî aşkera bikin.”

(hu)