Şervanên YPJ: Wê rûhê azadiyê li welatê egîdan şîn bibe
09:05
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN- Şervanên YPJ'ê têkîldarê êrîşên çeteyan û dewleta Tirkiyê ên li ser Kantona Efrînê nirxandin û wiha gotin gel dê xwedî li têkoşîna şervanên xwe derên.
Li hember destkeftî û pergala xweseriya demokratî a ku li Rojavayê Kurdistanê bi berdêlên mezin hatine bi dest xistin bê navber êrîş berdewam dike. Di pêvajoya dawiyê de bi piştgiriya dewleta Tirkiyê, çeteyên DAIŞ û hevakarên wan êrîşê Kantona Efrînê dikin. Têkîldarê êrîşê çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirkiyê Şervanên YPJ'ê ên Kantona Efrînê nirxandin kirin û gotin, "Di vê dema dawiyê de, bi piştgiriya dewleta Tikiyê, çeteyên DAÎŞ' êrîşî Kantona Efrînê dike. Tevahî êrîş bi armanca tunekirina têkoşîna azadiyê tên kirin. Lê xuyaye van hêzan hîn jî rastiya me û berxwedana ji bo doza azadiyê fêm nekirine. Eger nizanin, bila kelha berxwedanê Kobanê û Şengala Derwêşê Evdî bînin bîra xwe."
'Hîn rastiya me fêm nekirine'
Şervana YPJ'ê Rûheyv Bahoz jî ev êrîş şermezar kirin û wiha got: "Di vê dema dawiyê de, bi piştgiriya dewleta Tikiyê, DAÎŞ êrîşî Kantona Efrînê dike. Êrîş û dorpêçkirin ji her alî ve li ser Rojava zêde dibin, hemû êrîş bi armanca tunekirina têkoşîna azadiyê tên kirin, lê xuyayê van hêzan hîn jî rastiya me û berxwedana ji bo doza azadiyê fêm nekirine. Eger nizanin, bila kelha berxwedanê Kobanê û Şengala Derwêşê Evdî bînin bîra xwe, wê demê dê baş rastiya me fam bikin. Çiqas êş û birînan bi ser gelê me de bînin jî, her wê reh û şaxên azadiyê li welatê egîdan şîn bibin."
'Gel xwedî li têkoşîna şervanan derkevin'
Arjîn Tolhildan di serî de kiryarên Tirkiyê û çeteyên DAÎŞ'ê wek hêzek terorê pênase kir û wiha got, "Dewleta Tirkiyê û çeteyên DAÎŞ'ê wekî hevin û hêzên terorê ne. Ti cudahiya wan ji hev tuneye. Sivîlan qetil dikin, mala xirab û talan dikin. Lê tevî hemû hovîtiya wan jî, gelê me bi vîna xwe kiryarên wan vala derdixe. Cih û warên xwe bernadin û li beramberî wan têkoşîna bê hempa nîşan didin. Ez bang li gelê me ên Efrînê dikim ku xwedî li têkoşîna şervanên xwe derkevin û destkeftiyên şoreşa Rojava bi hemû hêza xwe biparêzin. Ya giring jî baş bizanin ku Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê rêya xelaskirina ji vê rewşê ye."
'Ji bo komkujî pêk neyên keç û xort lehengiyê dikin'
Şervana YPJ'ê Narîn Polat, êrîşên dewleta Tirkiyê şermezar kir û wiha got, "Di çarçoveya pîlanên qirkirin û koçberkirinê de, çewan ku li tevahî Rojava êrîş pêk tên, di demên dawî de li hember Kantona Efrînê zêde bûye. Dewleta Tirkiyê bi piştgirî dayîna çeteyên DAIŞ'ê êrîş li hember gelên sivîl ên herêmê tên kirin. Di encama van êrîşan de jî gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan û ziyanên madî çêdibin. Bi qasî van êrîşên ku tên kirin, keç û xortên leheng ji bo ku komkujiyên mîna Kobanê û Şengalê li vir jî pêk neyên, di nava berxwedanê de ne. Em jî wekî YPJ'ê heya dawiyê dê parastina gelê xwe bikin û ti caran gavên xwe paşde navêjin. Wê rûhê azadiyê li welatê egîdan şîn bibe."
(hs/rc)