Bi obusan li Şirnexê dixin
14:49
JINHA
ŞIRNEX - Êrîşên qirkirinê yên li hemberî Şirnexê di roja 79'an de bi hemû hovîtiya xwe didome. Hêzên artêşa tirk a dagirker, yek bi yek avahiyên welatiyan bi obûsan hildiweşîne.
Hêzên dewletê di bin navê "qedexeya derketina derve" de ji 14'ê Adarê vir ve li hemberî Şirnexê êrîşên qirkirinê didin meşandin. Li hemberî bajêr polîtîkayên hilweşandinê gav bi gav dikevin meryetê û tax bi obûs û tangan tên bombekirin. Taxên bajêr bi maşînên zirxî yên ku çekên giran li ser hatine bi cihkirin tên gulebarankirin, di saetên serê sibehê de bi taybetî li taxên Yenî û Bahçelîevlerê bi obûsan hat bombekirin.
Di êrîşên 79 rojan de avahiyên welatiyan yek bi yek hedef hatin girtin û bi hezaran avahî hatin hilweşandin. Li taxên wekî Îsmetpaşa, Yeşîlyurt, Gazîpaşa, Aydinlikevler, Dîcle û Cumhuriyet bi dehan mal dan ber agir û şewitandin. Ji ber ku hêzên dewletê çûyîna ekîbên agirkuj jî asteng digik, bi rojan e avahî dişewitin.
Her wiha li bajêr tevgera balafirên bê mirov jî berdewam dikin, ji hêla din ve gelek helîkopterên ji 23'emîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan radibin jî li ser herêmê tevgera wan didome.
Dîsa gelek kamyon û TIR'ên ku anîne bajêr jî bermahiyên hilweşandinan û alavên cuda ji herêmê dikişînin.
(kom/zt)