STK ji bo vekirina korîdara jiyanê dê ber bi Nisêbînê ve têketin rê

15:01

JINHA

MÊRDÎN - Plarforma Demokrasî û Kedê ya Mêrdînê ji bo li Nisêbînê 'qedexeya derketina kolanan' bi dawî bibe banga vekirina koridora jiyanî kirin û gotin dê sibê herin Nisêbînê.

Plarforma Demokrasî û Kedê ya Mêrdînê ji bo li Nisêbînê 'qedexeya derketina kolanan' bi dawî bibe û koridora jiyanî vebe bang kirin. Berdevkê Platforma Demorasî û Kedê Hamdullah Yildirim diyar kir ku li Nisêbînê gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî jî agahî tune û wiha berdewam kir: "Hinek malbatan cenazê zarokên xwe ji bo êrîşên hêzên dewletê li navçeya Nisêbînê li kolanan hiştin. Divê derfetên malbat karibin cenazê zarokên xwe bigrin werin avakirin. Bi rastî wehşetek mezine ku nîvê havînê cenaze li kolanan tên sekinandin."

Sibê saet 12.00'an dê saziyên civakî ji Mêrdînê bi heyetek hevpar hewl bidin ku herin navçeya Nisêbînê.

(dt/zt)