Li Amedê ji STK yan banga hevbeş
15:05
JINHA
AMED - Li Amedê rêxistinên civakî yên sivîl ên bi pêşengiya KCD'ê hatin cem hev ji bo Nisêbîn û Şirnex a ku di bin talan û qatlîamê de ye bang li rêxistinên navneteweyî kirin xwestin bikevin nava tegerê. Rêxistinên civakî yên sivîl dê sibehê biçin herdu navendan.
Rêxistinên civakî yên sivîl bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk hatin cem hev û li ber Mêvanxaneya Amedê ji bo Nisêbîn a Mêrdînê û Şirnexê banga bihistiyariyê kirin. KAJ, Baroya Amedê, KESK, TMMOB û ÎHD jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser rnavê rêxistinan Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bilîcî axivî û diyar kir ku îxtidar polîtîkaya înkar û îmhayê bi awayeke behtir kiriye dewreyê.
Racî anî ziman ku ev riyeke jêneder e û divê îxtidar ji geşedanên welatên din dersan derxîne. Racî diyar kir ku bajar tên talankirin, gelek kesan jiyana xwe ji dest dane sûcê li dijî mirovahiyê ya li Sûr û Cizîrê tê xwestin li Nisêbîn û Şirnexê jî bê kirin.
'Divê saziyên navneteweyî bikevin nava tevgerê'
Racî bal kişand li ser bombebarana li hemberî Roboskê û anî ziman ku provaya Roboksiya duyemîn bû. Racî bi bîr xist ku dewletê hê jî hesabê Roboskê ya yekemîn nedaye, ji bo kesên ku ev qatlîam pêk anîn dê têkoşîna wan bidome.
Racî bal kişand li ser rewşa Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê piştî hate binçavkirin û jî agahî nayê girtin û bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê kir û xwest bikevin nava hewldanan.
Racî da zanîn ku ew ê sibehê saet di 10.00'an de wekî rêxistinên civakî yên sivîl biçin Nisêbîn û Şirnexê.
(zt)