Sibel a ku li Elbakê hat qetilkirin ser milê jinan hat oxirkirin

15:40

JINHA

WAN - Cenazeyê Sibel Çobandere ku ji aliyê hevserê wê Zafer Çoban deve li gundê Şamanisê yê Elbakê hat qetilkirin, ji aliyê jinan ve hat definkirin.

Li Gundê Samanisê ya Elbaka Wanê Zafer Çoban hevsera xwe Sibel Çoban a (17) qetilkir. Cenaseyê Sibelcan Çobandede li goristana Karşiyaka ya Wanê ji aliyê jinan û rêveberên HDP û DBP, aktivîstêin KJA, endamên Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojin hat definkirin. Di merasima cenaze de Wekîla Hevseroka DBP'ê Nazmiye Acar, diyar kir ku Sibelcan ji aliyê hişmendiya mêr ku pergalê ava kiriye ve hatiye qetilkirin û wiha got: "Em kuştina jinan şermezar dikin. Jin li her derê pêşengin ji ber vê yekê jin tên qetilkirin. Bila serê malbata Sibelcan sax be."

Dema ku Zafer Çoban ê Sibelqetilkirî xwest bireve ji aliyê gundiyan ve hat girtin û teslîmî leşkeran hat kirin.

(zt)