Ser sivîlên Şirnexê tehdîda qetilkirinê!
17:40
JINHA
ŞIRNEX - Timên taybet di hesabê twîttera ku ragihandibûn Rêveberê DBP'ê Hurşit Kulter di bin çavan de ye, niha bi heman hesabî gefên kuştinê li welatiyên sivîl dixwin û peyama "Ji bilî polis, leşker û cerdevanan kesên masum nema, dê hemû bên kuştin" belav kirin. Piştî peyamê taxên dervê bajar jî bi hawanan hatin topbarandin.
Li Şirnexê berxwedana hêzên YPS û YPS-JIN a li dijî erîşên hêzên dewletê di roja 79'an de berdewam dike. Hêzên dewletê ku nikarin têkevin taxan êrîşên xwe yên bi tang u topan berdewam dikin û gefan li sivîlan dixwin. Hêzên timên taybet ku di hesabê twîtterê de binçavkirina rêveberê DBP'ê Hurşit Kulter bela kirin, niha jî gefên "li bajar ji bilî polîs, leşker û cerdevanan kesên masum neman" belav dikin. Di 28'ê Gulane de endamên tîmên taybet rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşit Kulter binçav kirin û bi hesabê twîtterê yê "BÖF @Tweet_Guneydoğu" diyar kirin ku Kulter li cem wan di bin çavan de ye.
Heman hesabê ku Hurşit Kulter winda kir dîsa gefa kuştinê li welatiyên sivîl xwar.
Heman hesabî peyama "Her yek ji we dê wekî Hurşit di çalên kanalizasyonan de winda bibin. Hemu sivîl hêj qedexe dest pê nekiribû tahliye bûbûn. Li bajar ji bilî tîmên taybet, polîsên taybet û cerdevanan hemû kesên masum in. Hemû dê bên kuştin" Tîmên taybet bi vê peyamê nêzî 2 hezar welatiyên sivîl ku li bajar mane tehdît kir.
Piştî vê peyama tîmên taybet hêzên dewletê bi bomba avêj û çekên giran taxên dervê bajar jî dan ber bombeyan. Tîmên taybet taxên Yenî, Sîteyên Şaranê, bi bombeavêj û maşîneyên zirxî bombe kirin.
'Ewlehiya me tune ye'
Welatiyên ku xanî, tax û avahiyên wan tên bombekirin bertek nîşanî êrişên dewletê dan û diyar kirin ku ewlehiya wan tune. Welatiyan da zanîn ku 3 hezar welatî hêj di nava bajar dene û êdî ewlehiya wan ji ber êrîşên hêzên dewletê tune ye. Welatiyan bang li hemû mirovahiyê kir û xwestin hestiyar tev bigerin.
(kom/zt)