Piştî Reqayê hemleyê Minbicê dest pê kir
10:04
JINHA
KOBANÊ - Meclîsa Leşkerî yê Minbicê da xuya kirin ku wan hemleyê "Azadkirina Minbicê" dane dest pê kirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 24'ê Gulanê de li Eyn Îsayê ji sê aliyan ve hemleyê "Rizgarkirina Bakûrê Reqayê" dabûn dest pê kirin. Di 29'ê Gulanê de operasyona rizgar kirinê hat ber fireh kirin û ji aliyê Tabqayê ve operasyon hat dest pêkirin. Ligel ku QSD'ê operasyonên xwe li ser Reqayê berdewam dike jî, daxuyaniyek girîng ji Meclîsa Leşkerî a Minbicê hat. Di daxuyaniya ku Meclîsa Leşkerî yê Minbicê dayî de de hat diyar kirin ku wan di 1'ê Hezîranê de hemleyê "Azadkirina Minbicê" dane dest pê kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanc tenê dawî li zilma DAIŞ'ê anîne û wiha berdewam kir, "Di nava meclîsa me ya leşkerî de hemû pêkhateyên Minbicê yên ji ereb, kurd, tirkmen û çerkez hene. Hedefên hêzên me wê tenê çeteyên DAIŞ`ê û kesên ku destê wan di nava xwîna zarokên Minbicê de hene, bin. Armanca me rizgarkirina bajar û gundewarê wê ye. Paşê jî em ê bajêr radestî Meclîsa sivîl a bajar ku ji hemû pêkhateyên bajarê Minbicê ji ereb, kurd, tirkmen û çerkez pê tê, bikin."
(rc)