Li Amûdê ji bo malbatê şervanan şahiyek hat li dar xistin

11:02

JINHA

AMÛDÊ - Bi pêşengiya Navenda Hûrî ya Çand û Huner şahiyek ji bo malbatê şervanên YPJ/YPG'ê ên ku jiyan xwe di dîrokên cuda de ji dest dane li dar xist.

Navenda Hûrî ya Çand û Huner şahiyek ji bo malbatên şervanên YPJ/YPG'ê ên ku jiyana xwe ji dest dane şahiyek li dar xist. Merasîm bi deqeyeke rêzgiritnê dest pê kir. Paşê ji hêla endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê Mihemed Seîd Ferso axaftin hat kirin. Mihemed Ferso bal kişand li ser têkoşîna şervanên ku ji bo welatê xwe canê xwe feda dikin û soza xwe ya şopandina têkoşîna wan nû kir.

Di merasîmê de navê tevahî şervanên YPJ/YPG'ê yên Amûdê ên jiyana xwe ji dest dane hatin xwendin. Herî dawî ji aliyê Koma Şehîd Enes a mûzîkê û Koma Agirî ve stranên netewî û Koma Şehîd Yekta ya şano hatin pêş kêş kirin. Her wiha Navenda Hûrî wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyarî Saziya Malbatên Şehîdan kir.

Merasîm bi dirûşmeyên ku berxwedana şervanan silav dikin, bi dawî bû.

(kom/rc)