Rêzecivînên Kongreya Star li Kantona Efrînê
15:28
JINHA
EFRÎN - Kongreya Star rêzecivînan li Kantona Efrînê û herêmên derdor li ser destûrname û bernameya 6. kongreya xwe li dar dixîne.
Kongreya Star bi mebesta danasîna bername û esasnameya 6. Kongreya Star ku li 25'ê Sibata îsal pêk hat, rêzecivînan çêdike. Di civînan de hîna bêtir rol û mîsyona kongreyê û biryarên ku di warê pêşxistina komînan de hatine wergirtin dibe rojev. Yekemîn civîna Kongreya Star li Navenda bajar li Salona YCR ya Şehîd Rûken, bi tevlîbûna rêveberên komînan, nûnerên heyeta Sûlhê û hejmareke mezin ji endamên rêxistin û komînan pêk hat. Di destpêka civînê de rêz hate girtin, paşê belgeya ku Kongreya Star ji bo pêkhateyên xwe amade kiriye ji hêla rêvebera Kongreya Star Şêrîn Hesen ve hate xwendin. Dûvre Şêrîn Hesen li gor naveroka belgeyê ku piranî xebat û pirsgirkên komînan kiribû mijar, axivî. Şêrîn li ser sîstema Komînan, guhertina navê Yekîtiya Star ber bi Kongreya Star û bername û esasnameya nû bi berfirehî nirxandin kir.
Şêrînê got, "Ji ber firehbûn û pêwîstiya xebatên jinê hewce dikir ku di aliyê rêxistinî û avaniya xwe de jî em mezintir bibin." Şêrîn herwiha da zanîn ku Kongreya Star wek sîstema Konfederal a civakê dê bi îdeolojiya azadiyê jinê pêş bikeve." Şêrîn balkişand ser girîngiya jinûve bidestgirtina komînan û da zanîn ku divê komînên jinan xwe li ser esasê pêdiviyên civakê birêxstin bikin û bikaribin bi komîteyên xwe re ji pirsgirêkên civakê re bibin çareserî.
Civîn bi pirs û bersivên jinan yên di derbarê komînan bidawî bû.
Hêjayî gotinê ye ku dê Kongreya Star di vê demê de giranî bide xebatên jinûve sazkirina komînan li ser bingeha bernameya û esasnameya xwe. Lewre dê civîn û çalakiyên cûr be cûr werin pêşxistin.
(fr/hs/rc)