KCD'ê ji bo Geverê banga lezgîn kir

16:17

JINHA

AMED - KCD a ji bo Geverê banga lezgîn kir wiha got: “Ji bo Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira ya li welatên Ewropayê hatî destpêkirin li Kurdistan û Tirkiyeyê jî pêş bikeve, em banga hestiyariyê li her kesî dikin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ji bo Geverê banga lezgîn kir, diyar kir ku di pêvajoyek dîrokî, girîng û qasî wan jî tijî zehmetî re derbas dibin. KCD’ê destnîşan kir ku dewlet û hikûmeta AKP’ê, li dijî her cure daxwazên gel ên rewa, xwezayî û demokratîk her cure dezgehên tundiyê bi kar tîne û dixwaze bitepisîne, wiha dewam kir: “Bajarên me tên hilweşandin, mirovên me tên koçberkirin, mal û axên gelê me di bin navê gelemperîkirinê de tên xespkirin.

Pêwîst e zehmetiyên vê pêvajoyê, mexdûriyetên ku di vê pêvajoyê gelê me dîtiye em wek gelekî giştî mil bi mil, bi piştevaniyekê ve biborin. Di vê dema ku gelê me bi hilweşîn û zilmên ewqasî re hevrû ye, divê her cure piştevaniya madî, manewî û piştgirî di vê demê de pêk were.

Wek tê zanîn, Gever bi mehan hate dorpêçkirin, di encama bombekirinan de bajarê me bûye xirbeyek. Her çiqasî dewlet dibêje qedexeya kolanan qismî jî be hatiye rakirin, qedexe hê jî didomin.

Ji bo lêkirina bajarên me yên hilweşiyayî, ji nû ve avakirina van deran, teqez her welatparêzek dikare hin tiştan bike. Bi ruhê yekîtiya neteweyî û piştevaniyê tiştên ku em dikarin bikin divê em di vê dema krîtîk de bikin. Ev berpirsiyarî û wezîfeya me ya neteweyî, mirovî û exlaqî ye.

Wek pêwîstiya vê berpirsiyarî û wezîfeyê, ji bo piştevaniya bi gelê Geverê, bi armanca ku li tevahî qadên pêwîst bike xebitîn û ji nû ve Gever lêkirinê, em tevahî welatparêzan, dildaran dawet dikin ku li Geverê bixebitin, li cem gel cih bigirin.

Dîsa, pêdiviyên cidî ên xurekan ku divê demildest bi cih werin hene. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û raya giştî ya pêşverû, neteweyî û navneteweyî dikin ku bi ruhê Kobanê yê piştevaniyê ve, ji bo Geverê bikevin nav tevgerê.

Ji bo Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira ya li welatên Ewropayê hatî destpêkirin li Kurdistan û Tirkiyeyê jî pêş bikeve, em banga hestiyariyê li her kesî dikin.”

(zt)