Nehrên Mîrza parastinê ax û nirxên xwe ên dîrokî dike

09:12

Jînda Azad/JINHA

TIL TEMIR - Nehrên Mîrza li gundê terkirî, ji dêra gund a bi navê Mar Zeya re nobedariyê dike. Ew dixwaze wiha bîranînên gundê xwe zindî bihêle.

Li bajarê Til Temir , 33 gundên Aşûriyan li ser xeta çemê Xabûr hene ku di her gundekê de jî cihê îbadetê dêr hatine çêkirin. Dêra bi navê Mar Zeya ku li gundê Îmgoran e ye, li gorî agahiyên niştecihên herêmê ji şîr hatiye çêkirin. Lewma bi çaveke hîna pîroztir lê nêrîn. Bi dû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê piraniya niştecihên herêmê gundên xwe berdan û koç kirin. Ligel ku gundê Îmgoran jî vala bûye, Nehrên Mîrza wek nobedara dêrê parastina pîrozahiyên xwe dike. Gundê Îmgoran ku guneke Aşûriyan e, 20 km. dûrî bajar li ser rêya Hesekê ye.

Nehrên Mîrza (37) li vî gundî tê cîhanê û temenê xwe li vir dibihorîne. Niha ew û dayîka xwe ya nexweş li bajarê Til Temir bi cih bûne, lê Nehrên her roj vedigere gund û nobedariyê dike. Nehrên ji bo çêkirina dêrê dibêje, "Ji dema ku Aşûrî hatin herêmê ev dêr çêkirin. Li gor ku dapîra min ji me re behs dikir. Dema hîna li Bakûr bûn, ji ber av tune bûye, dêra xwe bi şîrê sewalan çêkirine. Lê her siharê ku radibin dibînin dêr wenda bûye. Piştî demekê jî dêr derdikeve holê û resma xezalekê li ser dîwarê wê hebûye. Dema ku ew hatin Rojavayê Kurdistanê jî dêra Mar Zeya bi şîr lêkirin û her kes wek ziyaret berê xwe dida vê dêrê." Nehrên Mîrza diyar kir ku ev dêr bi keda jinan hatiye avakirin û wiha pê de çû, "Hemû jinên gund bi şekleke komunal bi hev re dibin alîkar. Dest pêkê şîrê heywanên xwe didoşin û paşê tînin tevlî axê dikin û pê heriya dêrê çêdikin."

Nehrên serpêhatiya gundê xwe jî wiha vegot, "Di 23'ê Sibata sala 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê bi êrîşeke hovene gelek gundên li derdora çemê Xabûrê kirin armanca êrîşên xwe. Pir kes hatin kuştin û gund wêran kirin. Bi taybet jî dêrên me hatin hilweşandin. Lê dêra Mar Zeya xirab nekiribûn. Emîrê DAIŞ'ê ew der ji xwe re kiribû mala xwe. Pir bêhurmetî li dêrê kiribûn. Bi solên xwe ketibûn hundir. Li wir civîn çêkiribûn.
Di encama êrîşên çeteyan de piraniya gelê Aşûrî koçber dibin." Nehrên bilêv kir ku ew her roj diçe gund û nobeta dêrê digre. Her sibeh ez berê xwe didim gund û dêrê paqij dikim. Ez di aliyekê de xemgîn dibim ku dayîka xwe bi tenê dihêlim, lê divê serdana gund bikim."

Nehrên ne tenê dêra gund paqij dike, her wiha yek bi yek malan jî kontrol dike û çavdêriya wan dike. Nehrên wiha pêde çû, "Ez destûr nadim kesek tiştekê ji gund rake. Kes tune be jî, ez dixwazim bîranînên vir zindî bimînin." Di dawiyê de Nehrên banga vegerê li welatiyên gund kir.

(en/rc)