Lehengên veşarî yên pêngavê: Jinên Kobanê yên evîndarê azadiyê

13:25

Denîz Yeşîlyurt / JINHA

KOBANÊ – Jinên Kobanê bi saya hezaran ciwanên li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwe dan û rizgarkirin, vegeriyan xaka xwe. Jinên Kobanê deyndarê wan e. Ev legeng li ku derê zorî û tengezarî hebûya diçûn wir. Wekê Pêngava Azadkirina Minbîcê.

Pêngava Minbîcê ku bi ruhê Kobanê berdewam kir; pêngava azadkirinê bû. Di hedefa vê pêngavê de qada jiTişrînê heta Minbîcê diçe ji destê DAIŞ’ê bigirin. Zarokên Minbicê daxuyaniyek dan û ji du milî derketin rêya azadiyê. Di vê pêngavêde zor tinebû, her tişt bi dildarî bû.

Mînak rojnamegerek ne ji bo nûçeyê ji bo pîroziya pêngavê bide bihistin di pêngavê de cih digirt. Doktor jî bi heman armancê. Bav di karên wekê birîn û anîna bar de dixebitin. Yanî ev pêngav bi rastî jî bi ruhê seferberiyê dimeşe. Her kes di vê pêngavê de destê xwe dike bin kevir. Gelek tiştên bên nivîsin hene lê jiyankirin cudaye. Divê ji wan bê guhdarkirin û mirov bibin şahidê geşedanan.

Ji durê eniyê gelek sivîl hene. Her kes dixwaze di vê pêngavê de rola xwe bilîze. Hinek bar bardikin, hinek kar dikin. Dayik wiha dibêjin: “Em dagirkirina DAIŞ’ê jî û hêza ruhê hevpar jî baş dizanin. Em neyên wê kî bê.Rizgariya gelan bi ruhê seferberiyê pêkane. Em jî hatin wê. Her roj bi dena dayik ji Kobanê tên eniyê û rojê du caran xwarinê çêdikin.

Yek ji van dayika Fatma Bîlale. Di berxwedana Kobanê de komek gel derbasî Pirsûsê nebibûn û li bajarê Til Şehr mabûn. Di seranserê şer de di bin êrîşan de mabûn. Dayika Fatma yek ji wane. Wê demê kurekî û du neviyên wê di berxwedanê de bûn. Bi berxwedaneke mezin wê demê jî xwarin çêdikir. Niha dîsa ji bo alikariyê hatiye eniyê.

Eyme Kadîr jî got: “Em hatin vir, me nexwest tiştên ku me kişand bila ew bikêşin. Heta ew bigihêjin serkeftinê emê ji destê me bê bikin. Zarokên me li eniyê ne. Em çawa runin.”

(hu)