Li Amûdê Mala Jinê navnîşana çareseriyê ye
09:06
Roza Hiso/JINHA
AMÛDÊ - Rêvebera Mala Jinê ya bajarê Amûdê Neda Husam Dawûd diyar kir ku ew ji bo mafê jinan xebatê pêk tînin û got heya dawiyê ew ê zagon û mafê jinan biparêzin.
Mala Jinê di sala 2011'an de li bajarê Qamişlo hate sazkirin, paşê li tevahiya bajarên Kantona Cizîrê û Kantonên Kobanê û Efrînê xwe bi rêxistin kirin. Mala Jinê ku hedefa xwe wek çareserkirina her cure pirsgirêkên di nava civakê de dide nasîn, li bajarê Amûdê a Kantona Cizîrê rolek aktîf daye ser milê xwe. Rêvebera Mala Jinê ya bajar Neda Husam Dawûd têkîldarê xebatê Mala Jinê de nirxandin kir û wiha got, "Di şoreşa Rojava de wekî ku gelek sazî û dezgehên jinan hatin avakirin, Mala Jinê jî bi armanca çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê û bi teybet ên jinan hate vekirin. Erka me ya bingehîn wekî ku ji navê Mala Jinê jî diyar dibe, ew e ku em ji bo jinan her kêlî di nav liv û tevgerê de bin. Ji despêka vekirina Mala Jinê heya niha gelek pirsgirêk hatine çareserkirin. Dest pêkê me ev pirsgirêk li cem xwe di arşîvê de qeyd nedikirn, lê piştî 2014'an êdî hemû doz hatin qeydkirin. Pirsgirêkên ku li Amûdê ji 2014-2016'an hatine ber destê me zêdetirî 330 pirsgirêkan in, ji wan 184 hatine çareserkirin."
'Gelek malbat zarokên xwe di temenê biçûk de didin zewicandin'
Neda diyar kir ku pirsgirêka herî sereke ku di nava civakê de tê dîtin, zewaca bi temenê biçûk e û wiha pê de çû: "Di encama desthiladariya pênc hezar sal de, gelek rêbazên zilm û koletiyê li ser jinan hatiye meşandin. Ji bo vê yekê, em di şoreşa Rojava de têkoşîneke bêhempa didin meşandin da ku ev hişmendiya desthilatdar a zilam ji holê were rakirin û careke din rastiya jinê derkeve holê. Di çarçoveya kar û xebatên Mala Jinê ku bi vê armancê dide meşandin, herî zêde em rastê pirsgirêka zewaca bi temenê piçûk tên. Gelek malbat keçên xwe bi temeneke biçûk didin zewicandin, paşê ew keç dibe qurbaniya şaşitiyên malbata xwe. Êdî piştî pirsgirêk derdikeve, berê xwe didin Mala Jinê û li çareseriya pirsgirêkê digerin. Her wiha em bi pirsgirêkên zilamên ku serhewî tînin, ango bi ser hevjîna xwe, dubare dizewicin disekinin. Ev jinên ku serhewîtiyê jî qebûl dikin piranî koçberên ku hatine herêmê ne. Pirsgirêkên berdanê jî ne kêmî yên ku me behsa wan kirine."
'Bi bûyerên şîdet û dozên mîrateyê re em mijûl dibin'
Neda anî ziman ku ew bi bûyerên şîdet, dozên mîrateyê re û hwd. din re mijûl dibin. Neda têkiliya saziyê bi rêxistinên din re jî wiha got "Ji bo ku em bikaribin çareseriyên herî guncaw ji pirsgirêkên jinan re pêş bixin, em her kêlî di nav danûstandin dene bi saziyên din re. Wek mînak têkiliya me bi Dadê re pir xurt e, pirsgirêkên ku çareseriya wan li cem me neyê pêk anîn, ji bo Dadê tên şandin. Li Dadê jî, li gorî pirsgirêja heyî piştî nîqaş û lêkolînê çareserî tê dayîn. Her wiha em jî bi wan re dozê dişopîn in. Li aliyê din jî têkiliya me bi Asayîşa Jinê re heye, wek mînak eger jinek ji bajarekê be û zilam ji bajareke din be, wê demê Asayîş bi rola xwe radibe û zilam tîne da ku pirsgirêka di navbera herdû aliyan de were çareserkirin. Desteya Jinê jî bi hemû aliyan ve piştgiriya Mala Jinê dike û ji bo parastina hemû jinan heya dawiyê dibe alîkar."
Neda bilêv kir ku divê tevahî jin xwedî li mafên xwe derên û wiha pêde çû, "Ji bo ku jin xwe ji bandora zihniyeta zilamê serdest rizgar bike, divê têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke azad ku ji koletiyê paqij bûye hîn zêdetir xurt bike. Em ê jî tucaran dev ji vê armancê bernedin, her em ê rêya têkoşîna ji bo bidestxistina mafê xwe bidomînin."
(hs/rc)